Rêveberê bajaroka Leylan diyar kir ku hinek derdor hewl didin ku erebên di dema Sedam de li cihên kurdan ên Kerkûkê hatibûn bicîhkirin, lê piştî 2003’yan ji herêmê derketibûn, careke din vegerînin ser cihên kurdan
Duh komek ereb ku ji 14 kesan pêk dihat, çûn gundê Tercîl ê dikeve bajarokê Leylan a ser bi Kerkûkê. Ereban daxwaz ji cotyarên gund kirin da ku zeviyên xwe radestî wan bikin. Her wiha diyarkirine ku ew bi nivîsa fermî ya dadgeha federal a Iraqê hatine û daxwaza zeviyê gundiyan kirine.
Li ser vê mijarê cotyarên gund ji RojNews re axivîn. Cotyarê bi navê Şamîl Axa wiha got: “Ez ji bo kar bû barê xwe çûbum rêveberiya cotyariyê ya Leylanê. Li wê derê komek ereb hebûn. Ji bo min gotin nivîsa dadgehê bi me re ye û em hatine zeviyên xwe werbigirin. Piştî wê jî hatine gund û vê yekê ji gundiyan re jî gotine. Em jî weke xelkê gund kombûn û me biryar girt ku em rê nadin zeviyên me bên dagirkirin. Piştî wê heman kom çûne gel hêzên ewlekariyê. Ji wan re gotibûn gundiyan me bi zora çekê ji gundê xwe derxistine.”
Şamîl Axa got ku bav û bapîrê wan li ser wan zeviyane bûn û wiha pêde çû: “Di serdema rejîma Baasê de zeviyên me ji bo ereban hatin dayîn û me ji gundên me derdixistin. Piştî rûxîna rejîmê em vegeriyan ser mal û milkê xwe. Niha jî ev dixwazin mal û milkê me dagir bikin. Hêjî tapoyên me yên sala 1975’an hene.”
Welatiyek din yê xelkê gundê Tercîl ê bi navê Seîd Hadî jî li ser heman mijarê wiha got: “Piştî bûyerên 16’ê cotmehê pirsgirêk mezin bûne. Erebên derdor daxwaza wergirtina zeviyan ji me dikin. Ereb bi hinceta peymana sala 1975’an li gel wan heye daxwaza zeviyan dikin. Lê me ne tenê peyman, tapoya wê salê jî heye. Îro ereb hatine û dibêjin em bi biryara dadgeha federala Iraqê hatine. Me ji wan re got ka nivîsa fermî, lê nivîsê nîşanî me nedan. Em nizanin kî li pişt vê yekê heye.”
Rêveberê bajarokê Leylan Mihemed Elî Weysî jî li ser heman mijarê axivî û wiha got: “Ew erebên çûne gundê Tercîl, yek metre zeviyên wan jî li wir nîne. Ew kes xelkê bajarokê Mehmudî yê li herêma Bexdayê ne. Çi karê erebên Bexdayê li wir hene.? Ger desthilat û îdareya Kerkûkê piştgiriya wan neke kî dike. Ji bo ku çend caran min astengiyê ji wan re çêkiriye, 2 caran hatime binçavkirin. Ez karê xwe yê yasayî dikim. Çi biryarek li dijî yasayê be ez îmze nakim. Ji ber ku ez dizanim ev pirsgirêkane xwîn tê de tên rêjandin. Kesek qebûl nake zevî werin dagirkirin, ji bo vê ez rê nadim tiştek wisan çêbibe.”
Rejîma Baasê di serdema xwe de malên kurdan ji herêma Kerkûkê derdixist û malên ereban bicih dikirin. Bi wê re jî zeviyên kurdan didan ereban. Piştî ku rejîma Baasê ruxiya, ew ereb li gorî madeya 140 ya Iraqê carek din vegeriyan ser cihên xwe. Li beramberî vê jî her malbatek 15 milyon dînarê Iraqê tezmînat wergirt. Carek din zeviyên kurdan dan kurdan. Lê piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an erebên derdor vedigerin Kerkûkê û dixwazin zeviyên kurdan dagir bikin. KERKÛK