Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

‘Ronahiya ku te afirand tarîtiya şevê bi dawî dike’

Ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku ev 124 roj in di greva birçîbûnê de ye, girtiyê bi navê Cemîl Yegîn name şand û di nameya xwe de diyar kir ku ronahiya ku Guven afirandiye tarîtiya şevê bi dawî dike

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçbîbûnê ya Guven ket roja xwe ya 124’an. Ji bo piştgiriyê ji Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê girtiyê bi navê Cemîl Yegîn nameyek ji Guven re şand.

Nameya Yegîn wiha ye:

“Ez wekî ku di nava tariyekê de bim. Wekî çûkek şevê ya ku rêya xwe şaş kiribe tev digerim. Ez hêdî hêdî bi destên xwe şevê dipelînim. Ez dibêjim qey ez ê gindorî kortalekê bibim. Di kûrahiya çavên min de tariyek dûvdirêj. Ba çîrokên bi tirs di guhê min de dibêje. Dawiyê ez dibêjim qey ez ê bimirim. Ji carekê ve li ser serê min tavek mezin hiltê. Li her derê çirûsk belav dibe. Ez di nava biharê de me. Carina wekî ku ez di nava robarekî de bim. Pêl min bi xwe re dibe. Av min dikişîne kûrahiyê. Berê milên min diwestin. Dawiyê laşê min dikeve bin avê. Ez geh derdikevim geh dikevim nav avê. Tam ez dikim têk biçim wê demê li orte avê guliyekî darê dibînim û ez xwe bi guliyê digirim. Ez ji avê derdikevim û ez hilmê dîstînim û dijîm.

Merheba hevala Leyla. Tiştên ku wê me û mirovatiya me rizgar bike; Heger em hinek tiştan bi destên xwe bikin û têbikoşin em ê rejîmên faşîst têk bibin. Heval Leyla te ronahiya xwe afirand. Tarîtiya şevê bi dawî dibe. Ev serîhildana te dê bibe strana serhidanê. Bila dilê her geş be. Silavên hevalan hene. Silav û rêz.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar