Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Zarokên şengalî bi keyfxweşî hatin pêşwazîkirin

17 zarokên ku ji hêla şervanên HSD’ê ve hatine rizgarkirin ji aliyê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û TAJÊ ve radestî malbatên wan hatin kirin. Dayikên ji ber rizgarkirinê, spasiya şervanên HSD’ê kir

Zarok û jinên êzidî yên ku ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatine rizgarkirin, kom bi kom derbasî Şengalê tên kirin. Îro jî 17 zarokên ku 13 jê êzidî û 4 jê ji şîayên Şengalê ne, ji rojavayê Kurdistanê derbasî Şengalê hatin kirin.

Zarokên ku temenê wan di navbera 5 û 15 saliyê de diguhere, ji aliyê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve teslîm hatin girtin. Zarok piştre jî anîn navenda Şengalê û li dibistana Zerîfa Osê ji aliyê malbatên wan û sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. 17 zarok li vir ji aliyê rayedarên Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û TAJÊ ve radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên ku gelek ji wan jî piştî komkujiya 3’yê tebaxa sala 2014’an koçber bibûn û li cihên cuda yên Başûr dimînin, spasiya şervanên HSD’ê, meclisa Şengalê û TAJÊ kirin.

Dayika êzidî spasiya HSD’ê kir

Der barê mijarê de dayika bi navê Erzan Ehmed ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Em ji Kampa Bêrisvê ya li başurê Kurdistanê hatin Şengalê da ku pêşwaziyê li zarokên xwe yên rizgar bûn, bikin. Em ji gundê Siba Şêx Xidir in. Di dema fermana 3’yê Tebaxê de ji malbata min 15 kes û ji mala apê min jî 19 kes hatin revandin. Heta niha 11 hatine rizgarkirin û 4 di destê çeteyan de mane. Em ji dil û can spasiya HSD’ê dikin ku li me xwedî derketin. Em pir kêfxweş in ku zarokên me bi saxî vegeriyan.”

Ji şervanan bi hêvî ne

Dayika bi navê Ernû Reşo jî jî keyfxweşiya xwe anî ziman û ev tişt destnîşan kir: “Em ji gundê Sîbe Şêx Xidir in. Lê niha li kampên başurê Kurdistanê dijîn. Em hatine ku pêşwaziya zarokên xwe bikin. Ji malbata min 19 kes ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê. Heta niha 15 ji wan hatine rizgarkirin û 4 di destê çeteyan de mane. Hêviya min ji hêzên HSD’ê ew e ku yên mane jî rizgar bikin. Em gelekî spasiya wan dikin ku zarokên me rizgar kirin û bi selametî teslîmî me kirin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar