HDP’ê û partiyên kurd li Qoserê mîtîng li dar xist. Di mîtîngê de bi hezaran welatiyan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. Beşdaran bal kişand ser yekitiya neteweyî ya kurd û berxwedanên greva birçîbûnê jî silav kirin. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, aştî û demokrastî dê neyê vî welatî
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û heyeta Tifaqa Partiyên Kurdistanî di çarçoveya xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî de çûn navçeya Qoser a Mêrdînê. Di ketina navçeyê de şandeya HDP’ê ji hêla gel ve bi keyfxweşî hat pêşwazîkirin. Dema ku konvoya HDP’iyan ketiye navçeyê jî gel herikî kolanan û bi nîşaneyên serkeftinê, tililî û dirûşman keyfxweşiya xwe nîşan dan.
Bi deh hezaran kes li qada mitîngê bi alên HDP’ê qad xemilandin û mitîngek heybet pêk hat. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî girseyê dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kir. Di mîtîngê de namzetên hevşaredariyê yên şaredariyên Mêrdînê yên HDP’ê gel silav kir. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag axaftineke kurt kirin.
‘Serkeftin a gelê kurd e’
Namzetan destnîşan kir ku dê şaredariyên xwe ji qeyûman rizgar bikin û dê şaredarî bi îradeya jinan bê birêvebirin. Namzetan berxwedana grevên birçîbûnê jî silav kirin û diyar kirin ku divê gelê kurd li ax û şerefa xwe xwedî derkeve. Namzetan got ku dê gelê Qoserê di 31’ê adarê de bersivê bide qeyûman û serkeftin a gelê Mêrdînê û gelê kurd e.
‘Divê em mal bi mal bixebitin’
Serokê giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş jî di mîtîngê de axivî û bi lêv kir ku kî çi dike bila bike ew ê axa xwe neterikînin. Kardaş anî ziman ku gelê kurd bi hezaran salane li ser vê axê dijî. Kardaş wiha domand: “Divê li dijî vê siyaseta qirêj em mal bi mal, gund bi gund bixebitin û bersiva wan bidin. Divê em dengê xwe bikin yek, dest bidin hev û xwedî li axa xwe derkevin. Em jî wek her neteweyê xwedî li ax, ziman, al û nirxên xwe derkevin. Ji bo ku tifaqa me di siberojê de bibe bingeha tifaqa Kurdistana giştî, em ê bixebitin.”
‘Tifaqa Kurdistanî xeyala Mazluman bû’
Berdevkê Hereketa Azadî Ayettullah Aştî jî di mîtîngê de banga xwedî derketina li îradeyê li gel kir. Serokê giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî bal kişand ser gotinên Erdogan û got ku Kurdistan bi hezaran salan heye. Çîftyurek bi lêv kir ku tifaqa kurdistanî gavekî biçûke lê wateya pir mezin e. Çîftyurek da zanîn ku Tifaqa Kurdistanî xeyala Mele Mustafa Berzanî, Qazi Mihemed, Cegerxwîn, Mazlum Dogan, Yilmaz Guney û Vedat Aydin bû.
‘Fikrên me cuda ne lê êşa me yek e’
Serokê DDKD’ê Veysî Askan jî diyar kir ku dibe ku kurd xwedî nêrînên cuda bin lê êş û kulên wan yekin û ev tişt anî ziman: “Heta ku em kurd nebin xwedî yek ruh, yek can û yek armanc em ê bi ser nekevin. Armanca me azadî, aştî û wekheviye. Ji bo vê hilbijartinê gavek yekitiyê hatiye avêtin û me tifaqeke mezin çêkir. Em dixwazin ev tifaq mezintir bibe. Dema ku em dengê xwe didin, em ê axa xwe, zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe bînin bîra xwe û xwedî li îradeya xwe derkevin.”
Leyla Guven silav kir
Li qada mîtîngê dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Qatil Erdogan’ hatin berzkirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Aslan jî Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûnê silav kir. Aslan got ku dê mîtînga herî mezin a serkeftinê di 31’ê adarê de li dar bixin.
Herî dawî jî hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî. Dema ku Temellî derketiye ser dikê, gel coşeke mezin nîşan da. Temellî piştî ku gel silav kir, wiha got: “
Bi salan e em dibêjin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe dê aştî û demokrasî li vî welatî pêk neyê. Daxwazên me hiqûqî û rewa ne. Divê demildest bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin û wezareta dadê dawî li vê bêhiqûqiyê bîne. Li dijî vê tecrîdê berxwedan bi biryardarî didome. Vaye 124 roj in Leyla Guven qala vê yekê dike û ez bi hezaran slavan ji Leylayê re dişînim. Leyla kî ye? Leyla jin e, jiyan û azadî ye. Bi hezaran girtî deng didin dengê Leyla Guven. Hezar silav ji wan re jî. Çalakiya wan aştiyane ye. Dixwazin bi vê çalakiya xwe pêşiya rêya çareseriyê vekin. Em naxwazin tu hevalên me jiyana xwe ji dest bide. Ji bo vê yekê em her kesî vedixwînin refên têkoşînê.
17 sal e AKP îktîdar e û ev 17 sal vî welatî kurmî kirin. Welat ber bi aştiyê ve diçû lê wan planên têkbirinê amade kiribû. Hêviya welat şikandin. Lê em dibêjin HDP heye û hêvî heye. Tu kê ji welatê kê diqewirînî? Li vî welatî kurd, suryan, ereb û gelek netewên din hene. Te hemû televîzyon û rojname desteser kirine. Bi derewan welat birêve dibe û bûye cîhana derewan.
Li welat pirsgirêka bekayê nîne. Li welat pirsgirêka demokrasî, aştî û azadiyê heye. Li welat pirsgirêka bêkariyê û xizaniyê heye. Her roj her tişt tê zemkirin. Derketiye û behsa bekayê dike. Kê gotiye pirsgirêka bekayê heye? Hemû pirsgirêk we afirandin. Ji bo vê yekê jî hûn dê ji vir biçin. HDP tê, hêvî tê.
Pirsgirêka enerjiyê li Tirkiyeyê heye. Dixwazin tola vê jî ji cotkaran bistînin. Li ser navê destekê cotkaran deyndar dikin. Axa herî bixêr û bereket a Tirkiyeyê li Mêrdînê ye. Mûsa ji bo dîtina vê axê emrê xwe da. Vana ev ax ziwa kir. Bi polîtîkayên şaş çandinî qedandin. Hûn bipirsin her kes sûcdar e û her kes terorîst e. Tu ewil pirsgirêka rastî ya gel bibîne. We ewqas pir û rê çêkirin. Ez dipirsim; hûn di pira Avrasyayê de derbas bûn? Na. Lê hûn pereyê wê didin. Li vir mazot nîne û tov nîne. Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.
Îro derketine dibêjin di îthala 200 ton kartol de bacê sifir kirine. Ez li vir dibêjim. Li nava van kartolan baş binêrin. Baş kontrol bikin paşê kartol jî wek pîvazan nebin terorîst.
Em ê qeyûm û zîhniyeta qeyûm van ji ser vê axê paqij bikin.”
Temelî û heyeta pê re piştî axaftinan ji qada mitîngê veqetiyan. Girseya gel heta ku şande ji navçeyê derketî bi otobusa hilbijartinê re meşiya. MÊRDÎN