Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dê agirê berxwedanê keleha faşîzmê bişewitîne

Girtiya bi navê Jiyan Ay a li dijî tecrîda li ser Ocalan ketiye greva birçîbûnê got ku ew bi bawer in ku dê tecrîd bişikê û diyar kir ku dê agirê berxwedana wan keleha faşîzmê bişewitîne

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 125’an de didome. Piştî Guven bi hezaran girtî bi heman daxwazê dest bi grevê kirin. Grev ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. Girtiya bi navê Jiyan Ay a di qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de hat girtin jî ket grevê.

Jiyan Ay a li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê dimîne bi rêya malbata xwe peyamek der barê grevên birçîbûnê de şand. Ay diyar kir ku baweriya wan a bi şikandina tecrîdê tam e û got ku yan tecrîd rabe yan tecrîd rabe.

Peyama Jiyan Ay wiha ye:

“Destpêkê ez hemû hevalan bi ruhê berxwedana Leyl-î û germahiya şoreşê silav dikim, bi baweriya serkeftin û coş hezkirina xwe pêşkêş dikim. Ez hemû berxwedêrên grevê û berxwedana pîroz, pîroz dikim. Bi baweriya ku em ê tecrîdê bişikînin hemû hevalan bi hezkirin hembêz dikim. Ez van rojan wek ‘şeva berxwedanê’ , ‘şeva Îmraliyê’ bi nav dikim. Bila nebêjin ev şev tarî ye, roj evîndarê hîvê ye, hîv ji rojê re secde ye. Serkeftin roj bi roj nêz dibe. Dibêjin greva birçîbûnê. Na, em ne birçîne! Bila nebêjin em birçîne, li bende pariyek nan in. Na em li ber xwe didin. Belê zikê me têr e. Em van rojan bi berxwedanê vedibêjin.

Zikê me li dijî zilm, binpêkirin û tecrîdê têr e. Em bi bawerî û biryarek mezin dimeşin. Em ê bimeşin. Em ê şikandin û parçekirina tecrîdê bidomînin. Tecrîda li ser aştiyê yan wê rabe yan wê rabe. Bi vê daxwazê bi dehan kesî bedena xwe bi fedayî dikin çalakî. Dewleta tirk hîn bêdeng e. Ev bêdengî ji daxwaza şer a bêwijdan pêk tê. Pêşeroja bê şer a Tirkiyeyê ji odeya Îmraliyê derbas dibe. Rêber Apo çareserî ye. Ger bersiv neyê dayîn wê windahiyên mezin hebin. Berpirs jî dewleta tirk e. Agirê azadiyê di dilê me de mezin dibe. Ev agir wê keleha faşîzmê bişewitîne. Ez di vê esasê de diyar dikim ku wê berxwedana me bi serkeftinê tacîdar be. Heta azadiyê em ê bêjin ‘berxwedan jiyan e’ û em ê her tim berxwedanê mezin bikin. Ez hemû fedaiyên bedena xwe kirine çalakî silav dikim, berxwedana wan pîroz dikim. Ez bi agirê Newrozê hezkirin û rêzdariyên xwe pêşkêş dikim.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar