PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘YPJ’ê hêviya hezaran jinan pêk anî’

Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah şerê tunekirina DAIŞ’ê nirxand û diyar kir ku di demeke nêz de dê mizgîniya rizgarkirina Dêrazorê bidin. Her wiha Lîlwa Ebdullah anî ziman ku bi pêngavê re YPJ’ê hêviya hezaran jinan pêk aniye

Bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina herêma Dêrazorê DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe û qefle bi qefle DAIŞ’î xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin. Têkildarî mijarê de Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah nirxandin kir.

Fermandar Lîlwa Ebdullah diyar kir ku pêngav niha bi awayekî lawaz dimeşa da ku jiyana jin û zarokan nekevin xetereyê û wiha got: “Di kêliyên pêş de em ê mizgîniya rizgarkirina Dêrazorê ji gel, malbat û hevjînin şehîdan re ragihînin.”

Kobanê destpêka şikandina DAIŞ’ê bû

Lîlwa Ebdullah teqez kir ku şikandina DAIŞ’ê li Kobanê dest pê kir û li Dêrazorê bi dawî bû û wiha domand: “Bi têkçûna DAIŞ’ê li Dêrazorê êdî em dikarin bêjin ku hêzên YPJ/HSD’ê bakurê Sûriyeyê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. DAIŞ wekî kabûsekê li ser tevahî mirovahiyê bû ne tenê li ser ewlehiya Sûriyeyê. Hêzên HSD’ê ew kabûs û rêxstina DAIŞ’ê têk bir. Em wekî hêzên HSD’ê kî bangewaziya me bike em ê bi hawara wan ve biçin. Li ku zilm û teror hebin dê HSD’ê şerê wan bike. Ewlehiya gel armanca me ye.”

Gelek jin hatin rizgarkirin

Di axaftina xwe de Ebdullah rol û misyona YPJ’ê di Pêngavê de bi bîr xist û ev yek anî ziman: “YPJ xwedî roleke girîng bû di pêngavê de û hêviya bi hezaran jinan pêk anîn. YPJ’ê zêdetirî 200 jin di nav de zarokên êzîdî rizgar kirin her wiha gelek girtiyên HSD’ê jî bi operesyonên taybet rizgar kirin.”

Şerê guhertina zîhniyeta DAIŞ’ê didome

Ebdullah bal kişand ser têkoşîna li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê û wiha pêl da axaftina:”Rast e DAIŞ di aliyê leşkerî de bi dawî bû lê şer û têkoşîna me ya hember guhertina zîhniyeta ku çeteyan di mejiyê zarok û jinan de avakiriye, didome. Şerê herî giran û zehmet ê guhertina zîhniyeta ku bi salan e di mejî de hatiye rûniştandin.”

‘Em ê Efrînê jî rizgar bikin’

Her wiha Ebdullah rizgarkirina Efrînê bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rizgarkirina Efrînê erka me ye û hember kiryar û dagirkeriya dewleta tirk em ê li ber xwe bidin. Divê jin û xortên me tev li hêzên YPJ û HSD’ê bibin.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar