Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Oksîjen erdê dihejîne!

Atomên oksîjenê yên heyî, ji ber zêde bûna di nava molekulên weke CO2 yan jî Ozonê de, li atmosfera dinyayê her diçe dibe sedema fikaran û fikara sereke jî erdhej e

Li atmosfera dinyayê, atomên oksîjenê yên heyî, ji ber zêde bûna di nava molekulên weke CO2 yan jî Ozonê de, her diçe dibe sedema fikaran. Li gorî lêkolînên nû derkete holê ku mumkin e di di dendika dinyayê de bi awayekî dewisandî, oksîjen hebe. Û ew ne hindik lê belê gelekî zêde be.

Ew behrên mezin ên magmayê li gorî vê yekê, oksîjenê didin dendika ron a dinyaya me. Û yek ji sedemên erdhej û volkanan jî li seranserê dinayayê ev yek e.

Fizîkzanê University College Londonê,  Dario Alfe di teza xwe de lê mikur tê ku ne mumkin e yekser oksîjen li dendika dinayayê bişopîne, lê wî daneyên din bikaranîne ji bo ku bigihîje vê encamê.

Delîla sereke li gorî wê erdhej in. Erdhej mîna pêlan in ku ji serekî heta serê din ên dinyayê belav dibin. Gava ku pêlên erdhejê ji dendikê belav dibin û digihîjin rûerdê, lêkolîner bi forma pêlan tê derdixin ku, ew ne ji dendika hesinî ya dewisandî ya hişk tên lê ji dendika duyê ya ron ya kêmtir dewisandî ya li ser wê. Ev ferqa dewisandinê jî rengê pêlên erdhejan diyar dike. Lê belê ev pêl ne weke pêlên hesinê xwerû ne. Wiha diyar e ku ev dendika duyem ji dewisandîbûna xwe ya hesinî kêmtir dewisandiye, û sedema vê jî ew e ku di navê de madeyên din hene.

Bi ya wî gava ku dendika hişk a xwerû hesin pêk tê, oksîjen jî di navê de madeyên din jî daf dide nav dendika ron a li dora wê. Axir madeyên weke silîkonê ne mumkin e ku li wir hebin û li gorî lêkolînan madeya ku herî zêde muhtemele li wir hebe, oksîjen e. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar