Di serdegirtinên malan ên li gund û navçeya Dihê, 4 kes hatin binçavkirin
Li gund û navçeya Dihê yên Sêrtê, leşkeran di saetên serê sibê de, bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de, alavên malan hatin belavkirin. Di serdegirtinê de, li navenda Dihê Endamê Meclisa Giştî yê HDP’ê yê Bajêr Tahîr Tûgrûl, li gundê Gorendûrûk Mehmet Emîn Elçî, Aydin Ete û li gundê Yanilmaz Mehet Zekî Erdemcî hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ku 4 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Sêrtê. SÊRT