Heyeta ku ji endamên akademiya siyasetê û Partiya Kedkar ên Herêma başûrê Kurdistanê serdana Leyla Guven kirin. Leyla Guven jî ji heyetê re wiha got: “Şoreş bê bedel nabe, em hêvî dikin ku ev berxwedan bibe wesîleya yekitiya neteweya kurd.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ev 125 roj in didome.
Ji herêma başûrê Kurdistanê heyeta ku endame Rêveberiya Akademiya Siyasetê Dr. Hekîm Ebdulkerîm û Şoreş Xidir, endamê Platforma Hewrem Hîlal Şewket, endama Lijneya Rêveberiya Partiya Kedkar Bextiyar Mustefa hatin Amedê û Leyla Guven ziyaret kirin. Endamê Tevgera Azadî Ronak Mecîd ji ber ku li ser sînorê Xabûrê hat rawestandin û destûr nedan derbas bibe nekarîbû tev li ziyaretê bibe. Endama Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê Feleknas Uca jî hevkariya ziyaretê kir.
Peyama Nasir Yagiz anîn
Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan heyet peşwazî kir. Heyetê piştre ji Temîzkan agahî girtin. Heyetê piştre peyama endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku li Hewlerê 112 roj in di grevê de ye parve kir. Jinên Hewlerê jî diyarî ji Guven re şandin. Heyete piştre şala ku jinên Hewramî li ser nivîsa hewramî ya ‘Jinên Hewramî’ nivîsiye diyarî Guven kirin.
‘Bila bibe wesîleya yekitiya kurd’
Guven piştre ji ber ziyareta heyetê spasiyên xwe anîn ziman û wiha got: “Şoreş bê bedel nabin. Em hevî dikin ku ev çalakî bibe wesîleya yekitiya gelê kurd. Pir baş li hevale Nasir binêrin.”
Heyet piştre çû avahiya HDP’ê û parlamenterên HDP’ê yên ku ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ziyaret kir. AMED