Ji ber krîza aborî û ranta li şaredariyê, li Mûşê herkes ji AKP’ê aciz bûye û berê xwe daye HDP’ê. Li bajêr tu kî dileqînî dibêje ku ew ji AKP’ê aciz bûne û dê dengê xwe bidin namzetên HDP’ê. Sakik jî got ku dê gelê Mûşê vê carê ji AKP’ê re bibêje êdî bes e
Mûş bajarekî biçûk e û 62 hezar û 89 hilbijêrê wê hene. Heta niha şaredariya navenda Mûşê qet ji aliyê HDP’ê û partiyên beriya wê ve nehatiye qezençkirin. HDP vê carê bi Sirri Sakik û Sîbel Genç bi awayekî xurt dixebite û amadekarî dike ku li Mûşê bi ser bikeve. Taybetmendiyeke hevpar a her du namzetan heye. Ew jî ew e ke her dû jî di hilbijartinên giştî yên demên cuda de li Manîseyê bûne namzet. Ji bo pêşiya vê yekê bê girtin, MHP’ê namzetê xwe yê bajar vekişandiye û piştgirî dide AKP’ê. Lê namzetê MHP’ê li dijî vê biryara MHP’ê derketiye û bi awayekî serbixwe tev lî hilbijartinan dibe.
Ji bo şopandina atmosfera hilbijartinê îro jî rawestgeha me Mûş e. Em ji navçeya xweşik û rindik a li keviya Gola Wanê Tetwanê derbasî Mûşê bûn. Ji bo ku mirov ji Tetwanê derbasî Mûşê bibe neçar e ku di Deşta Mûşê re derbas bibe. Deşta Mûşê ji berfê wek hêkê spî dike. Dema em di deştê re derbas bûn ji nişka ve gotinên strana “Deşta Mûşê wa bi dar e, xwişka Leyla brîndar e” hat bîra min û yekser min çavê xwe li daran û Leylayan gerand. Bêguman deşt dîsa bi dar e lê êdî Leyla tê de birîndar nîn in. Dengê berxwedana ku Leylayan îro bilind kiriye di nav darên hewran ên deştê de olan didin.
Her kes ji AKP’ê aciz e
Piştî qederekê ku em di deştê re derbas bûn û me xwe gihand Mûşê. Destpêkê berê xwe da buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya li kolana Îstasyonê. Li bûroyê komek HDP’î li ber sobeya êzingan li hev kom bûne û rêjeya dengên partiyan nîqaş dikin. Li ser rêjeya dengê partiya xwe HDP’ê şêrt digirin û berî ku ez pirsan ji wan bikim, bi awayekî veşarî serkeftina namzetên partiya xwe ji min re radigihînin. Piştî ku destê xwe li ber sobaya wan germ kir, pirsa ‘hûn ê vê carê bi ser bikevin?’ ji wan kir. Cîwanekî gelek bi kelecan pê re bersiva min da û got, ‘Abê bi Xwedê bi Xwedê vê carê em ê bi ser bikevin’.
Piştî vê yekê ji buroyê derketim û li deverên cuda yên bajar geriyam. Li bajar destpêkê tişta ku bala mirov dikişîne daleqandina posterên namzetê AKP’ê Feyat Asya yên li her dera bajêr e. Li gel ku bêîstîsna li her dera bajêr posterên wî hatine daleqandin jî gelê Mûşê li hemberî wî bi bertek in. Gelek kesên ku me li bajar xwe gihand wan AKP’î jî di nav de aciziya xwe li hemberî Asya û AKP’ê anîn ziman. Li gel vê aciziya gel jî ji ber zextên AKP’ê yên li ser civakê saziyên sivîl û saziyên dewletê ji Asya re dixebitin. Namzetên HDP’ê Sîbel Genç û Sirri Sakik destnîşan kirin ku saziyên sivîl ji bo bernameyên wan cih nadine wan û emniyet jî ji bo piştgirî ji wan re derneyê gef li gel dixwin.
‘AKP’ê mala me xera kiriye’
Damezrînerê AKP’a Mûşê Îlhan Kesîk ku li dikkana xwe ya li kolana Îstasyonê ji me re axivî diyar kir ku ji ber krîza aborî gelê Mûşê ji AKP’ê aciz bûye û dibe ku namzetê AKP’ê winda bike. Kesîk da zanîn ku namzetê HDP’ê Sakik ji aliyê gel ve gelek tê hezkirin û wiha got: “Gelê kesên ku dengê xwe heta niha dengê xwe dane AKP’ê niha dibêjin ku dê dengê xwe bidin Sakik. Polîsek cîranê min heye ew jî dibêje ku dê dengê xwe bide HDP’ê. Dema min sedema vê yekê jê pirsî Kesîk got ku ji malbata polîs gelek kes hatine îxrackirin.
Mûş bajarekî pir netew e. Li bajêr kurd, ereb, tirkmen û azerî jî hene. Welatiyê bi navê Mehmet Îpek ku eslê xwe azerî ye, çavê xwe girt û devê xwe vekir û qala dizî û talana AKP’ê ya li bajêr kir. Îpek da zanîn ku AKP bûye axa û ji derdê gel fêm nake û wiha got: “AKP’ê bi dizî û talana xwe mala me xera kiriye. Li Mûşê kesên ku mirovên ne parlementer û serokê AKP’ê bin kar nabînin. Ev zilm û zordarî ye. Em êdî vê yekê qebûl nakin. Heta niha jî min gelek caran dengê xwe daye AKP’ê. Ji niha şûn ve divê êdî AKP’ê zanibe ku dengê me jê re tune ne. Me poşman kirin.
‘Vê carê em ê bi ser bikevin’
Dayika bi navê Remziye Çelîk ku em li kuçeyekî rastî wê hatin da zanîn ku HDP partiya wan û ji bilî HDP’ê dengê xwe nadin tu partiyê û wiha got: “Namzetê AKP’ê ji vî gelî re xizmetê nake. Divê gelê Mûşê roja 31’ê adarê bersivek baş bide Feyat û partiya wî AKP’ê. Vê carê em ê bi ser bikevin. Vana dilê gel gelek êşandiye. Her roj dertên televîzyonan li ser tunebûna me diaxin û dixwazin me ji axa me derxin. Lê divê baş zanibin ku cihekî ke em biçinê tune ye. Em ê tenê biçin ser sindoqan û bersivek xurt bidin wan.”
Welatiyê bi navê Huseyîn Guzel ku li qeweyeke bajêr ji me re axivî jî diyar kir ku dengê xwe dide AKP’ê û wiha got: “Ez dengê xwe nadim Feyat Asya. Kes jî dengê xwe nade Feyat. Dengê xwe didim AKP’ê. Lê namzetên HDP’ê ji namzetên partiya min çêtir in. Ji ber vê yekê dibe ku ew jî bi ser bikevin. Hezkirineke zêde di nav gel de ji bo wan heye. Namzetê me ji hêla gel ve nayê hezkirin. Ez îro didim AKP’ê nayê wê meneyê ku ez ê heta hetayê bidim AKP’ê. Di pêşerojê de dibe ku ez jî dengê xwe bidim HDP’ê.”
Dê jinan bêhtir tevlî jiyana aborî dikin
Piştî ger û geşta xwe ya nav bajêr, herî dawî me xwe gihand namzetên HDP’ê Sîbel Genç û Sirri Sakik û rewşa bajêr ji wan jî pirsî. Sîbel Genç mamosteya fizîkê ye û hatiye îxrackirin. 15 roj piştî îhrackirina xwe ji ber projeyeke xwe ji aliyê TUBÎTAK’ê ve tê xelatkirin lê ji ber ku hatiye îxrackirin, TUBÎTAK’ê xelata wê nedayê. Genç diyar kir ku di pêvajoyeke zor û zehmet de derbas dibin û got ku ji bo bibe bersiva vê pêvajoya zehmet, bûye namzet.
Genç da zanîn ku ji ber polîtîkayên rêveberiya şaredariyê ya AKP’ê li Mûşê di jiyana civakî ya jinan de pirsgirêkên micid hene û wiha got: “Bi van polîtîkayan sînor ji jiyana jinan a civakî û aborî re hatiye xêzkirin. Dema em bên hilbijartin xebatên hêsankirina jiyana civakî û rojane ya jinê bidine destpêkirin. Berê li Mûşê girêdana bajar bi gundan re hebû. Ji ber vê girêdanê krîzên aborî zêde bandorê li Mûşê nedikir. Lê ji ber ku îro jiyana bajar guherandine û hilberînê dane rawestandin, krîza aborî pê re bandora xwe li Mûşê dike.”
Genç bal kişand ser dewlemendiya xwezaya Muşê û ev tişt anî ziman: “Gelek cûre giha li Mûşê hene. Ji bo berhevkirin û belavkirina van gihayan projeyên me yên ku jinê tevlî jiyana aboriyê bikin hene. Dîsa ji bo bandora jinê ya di hilberînê de zêde bikin, em ê navendên lênêrînê yên kal û pîran û pêşdibistanan vebikin. Gelê Mûşê êdî çand û pergala şaredariyên HDP ‘ê dixwaze û ji bo vê yekê jî li benda roja 31’ê adarê ye.”
Êdî kes ji wan bawer nake
Sirri Sakik ku di siyaseta kurd de gelek caran hatiye hilbijartin jî diyar kir ku pirsgirêka Mûşê ya herî mezin feqîrî, tunebûn û bêhiqûqî ye û wiha got: “Li gel ku bi salane Mûş ji aliye partiyên desthilatê ve tê birêvebirin jî ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Êdî diz û xwediyê malê bi hev hesiyane. Niha em bi Mûşeke ku êdî bi partiyên desthilatê bawer nake re rû bi rû ne. Em nabêjin çawa bên ser kar, pê re pirsgirêka veqirî û tunebûnê çareser bikin. Lê tişta ji destê me bê em ê bikin. Heke rayeya şaredariyê hebe em ê ji bo kesên xîzan avê ji sedî 95 erzan bikin.”
Sakik destnîşan kir ku êdî kes ji Şaredariya Mûşê bawer nake û wiha pê de çû. “Ji bo ku mirov ji şaredariyê bawer bikin em ê xizmetê ji herkesî re bibin. Li hemberî me eniyek hatiye avakirin. Ji ber vê yekê zextên zêde li ser me hene. Berê çek hebûn mirov ji çekan ditirsiyan. Îro jî wênekêş û kamera hene mirov ji wênekêş û kamereyan ditirsin. Li gel vê yekê jî em ê li hemberî vê eniyê bi rejeya ji sedî 60’î zêdetir bi ser kevin û rêjeya dengê wan daxînin ji sedî 30’yî. Em ê şeva 31’ê adarê li Mûşê meşaleyên serkeftinê pêxin.”
Sakik da zanîn ku projeyên wan ên mezin; ew ne derewkar in, ew ne diz in, ew ne cihêkar in û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî. “ Projeyên ji van projeyan mezintir hene. Dema em bên hilbijartin dê teqez qaşî kedkaran nebin û tu kedkarî ji kar dernexin lê teqez kesên ku tenê ji bo rantê li şerêdariyê ne jî ji kar derxin. Divê van kesan ji niha ve amadekariya xwe bikin. Dê şeva 31’ê adarê çavê hemû Tirkiyeyê li Mûşê be. Gelê Mûşê vê carê ji AKP’ê re bibêje ‘One Minûte’.”