Ji bo mijar baş were fêmkirin di sêrî de hewce ye peyva çandê were pênasekirin. Tiştên ku bi domana demê re ji hêla civakê ve hatine afirandin û li xwezayê hatine zêdekirin wekî çand tên binavkirin. Çand karaktera civakê ye û di nava demê de gelek caran wekî xwe namîne li gorî hewcedariyên civakê vediguhere. Civak bi çanda xwe li ser piyan dimîne, xwe pêş dixe û pêşeroja xwe ava dike. Ji bona civakbûnê çand nasnameyeke sereke ye. Di nav çandê de hem tiştên madî û hem jî tiştên manewî hene. Ji wan yek jî çanda tenduristiyê ye.
Ji mêj ve însan ji bo êş û nexweşînên xwe derman bike ketiye nav lêgerînan. Bi gelek rê û rêbazên cuda xwestiye ji heqê nexweşiyan derkeve. Bi taybetî ji giya sûd wergirtiye û gelek tiştên cuda ceribandiye. Bi domana demê re bi awayekî xwezayî di nav civakê de gelek azmûn derketine holê. Lê tu kesî dest nedaye ser vê keleporê û zeft nekiriye. Ji ber ku ev tiştên ku derketine holê wekî yên civakê dihatin dîtin bi taybetî ji hêla jinan ve lê xwedî hatiye derketin. Ji aliyê jinan ve derman bi awayekî xwezayî dihatin amadekirin û birîn dihatin tedawîkirin. Bi vî rengî civakê xwe bi xwe nexweşînên xwe derman dikir û li kelepora tenduristiyê xwedî derdiket.
Kapîtalîzm her tiştî wekî meta dibîne. Tiştên ku nikaribe bike meta jî dixwaze têxe bin qontrola xwe. Wekî her qadê dawî dest avête qada tenduristiyê jî. Bi polîtîka û sepanên xwe dixwaze di vî warî de jî bibe desthilatdar û bi tenê soza wî derbas bibe. Ji bo bigihîje armanca xwe feraseta tenduristiyê ya gel berovajî kir û feraseta xwe afirand. Ev, feraseteke kambax e dûrî rastiya civakê û xwezayê ye. Ji bo feraseta xwe bi cih bike çand û kelepora civakê ya tenduristiyê tune dihesibîne û bi rê û rêbazên teknîkî dixwaze nexweşînan sax bike. Ev kelepor wekî tê zanîn bi zimanê wê civakê tê veguhestin. Gava zimanê civakê hate qedexekirin jixwe ev zanîn û azmûn jî derbasî nifşên nû nabin. Ji ber vê kapîtalîzm bi tenê zimanê xwe yanî yekzimanî esas digre. Naxwaze civak ji heqê xwe derkeve û birînên xwe bipêçe. Dixwaze her tim ji sîstemê re bibe muhtaç. Kesên ku ji zimanê xwe yê zikmakî bêpar mane ji gelek aliyan ve qels û lawaz dimînin nikarin xwe baş îfade bikin. Beriya her tiştî xwebaweriya wan kesan şikestiye û mêjî ne zelal e.
Ji bo ku van polîtîka û sepanên kapîtalîzmê re derkevin serî divê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Kelepora tenduristiyê ya ku di demeke dirêj de dapaliye û hatiye vê rojê divê were parastin û wekî dewlemendiyekê were dîtin. Ji bona vê ked û xebateke mezin divê. Exlebe xebatkarên tenduristiyê divê vî barî bidin ser milên xwe û pêşengiyê bikin. Her wiha lêxwedîderketina ziman wê bibe bersiveke xurt. Wekî civak lazim e tenduristiya xwe ji kapîtalîzmê biparêzin û feraseteke xweser û pergaleke civakî ava bikin.