Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Girtiyên di grevê de: Divê gelê me perdeya bêdengiyê biçirîne

Girtiyên di greva birçîbûnê de bi rêya malbat û parêzerên xwe peyam dan. Girtiyan da zanîn ku di şexsê Ocalan de nasname û vîna azad a gelê kurd hedef tê girtin. Girtiyan diyar kir ku berxwedaneke dîrokî pêş ketiye û divê gel xwedî li vê berxwedanê derkeve

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Çalakiya Guven di roja 126’emîn de berdewam dike. Bi heman boneyê di 16’e kanûna sala 2018’an de li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî çalakî hat destpêkirin. Çalakî roj bi roj li girtîgehan belav bû û ji 1’ê adara îsal ve jî li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’î ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Bi destpêkirina greva birçîbûnê re, zextên li ser girtiyan bi taybet jî yên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûn. Tevî hemû êrîşan jî girtî berxwedana xwe bi israr berdewam dikin. Girtiyên ku bi rêya parêzer û malbatên xwe peyaman didin, bang li hemû raya giştî dikin ku tev li berxwedana wan bibin û heta ku tecrîdê têk dibin, li ber xwe bidin.

Yek ji van girtiyan jî Sedat Akin bû. Akin dema ku li Girtîgeha Tîpa T ya Erzînganê, dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştre jî hatibû berdan. Akin piştî ku derketî jî çalakiya xwe domand û çalakiya wî kete roja 66’emîn. Akin diyar kir ku moral û motîvasyona wî baş e û wiha domand: “Hinek pirsgirêkên tenduristiyê hene. Kramp dikeve mîdeyê min, serê min diêşe û canê min disincire. Her wiha ronahiya çavê min ê rastê jî kêm bûye.”

‘Serkeftina me û têkçûna faşîzmê nêz e’

Akin destnîşan kir ku tekane armanca wan bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan e û ev tişt got: “Her wiha bi vê çalakiyê dê tecrîda li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê jî bi dawî bibe. Heta ku tecrîd bi dawî dibe jî dê çalakiya me bidome. Berxwedana me gelek hêja û pîroz e. Çalakiya me nîşaneya serkeftinê ye. Bi hezaran ciwanan bedena xwe dan ber mirinê. Divê pirsa ‘Gelo daxwaza van ciwanan çi ye?’ bê kirin. Ez ji hemû hevalên xwe yên berxwedêr moral digirim. Divê hevrêyên me bizanin ku serkeftin nêz e û dê faşîzm têk biçe. Coş û moralê me hikûmet xistiye nava tirs û fikaran. Lewma neçar e ku paş ve gavê biavêje.”

‘Ocalan 20 sal in di tecrîdê de ye’

Girtiya jin a efrînî Xecer Xelîl Ûsiv ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê girtin û 88 roj in di greva birçîbûnê de ye jî têkildarî çalakiya xwe nameyek şand. Ûsiv di nameya xwe de daxuyand ku divê gelê kurd û derdorên demokrat ji berxwedana wan re bibe deng û ev tişt anî ziman: “Pêngava ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ xwe dispêrê giyanê 14’ê Tîrmehê û di biryara xwe de bê dudilî ne. Di şexsê Ocalan de hemû gelên Rojhilata Navîn hedef tên girtin. Şerê bingehîn di navbeyna modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst de ye. Jixwe tirsa herî mezin a faşîzmê, pêkhatine modernîteya demokratîk e. Ji bo vê jî Rêber Apo 20 sal in tê tecrîdkirin.”

Bang li gelê kurd kir

Ûsif diyar kir ku Ocalan ne tenê şexseke û wiha pê de çû: “Rêber Apo ji bo me nasname, vîn û vegotina hebûna gelê kurd e. Bi tecrîdê hebûn û nasnameya me ya azad hedef tê girtin. Me tecrîd tu caran qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Bi derengî jî be em ê berxwedana xwe bi ser bixin. Me dest bi maratona berxwedanê kiriye û tu hêz nikarin me jê vegerîne. Ji bilî serkeftinê tu rêyeke me ya din nîne. Em banga geşkirina berxwedanê li gelê xwe dikin. Divê em perdeya bêdengiyê biçirînin û tev li berxwedanê bibin. Tirs mirov dibe têkçûn û faşîzmê. Weke şehîd Mehmet Tûnc gotî, ‘heke hûn ê tiştekî bikin niha bikin.’”

Hevseroka HDP’ê ya Kepezê jî di grevê de ye

Hevseroka HDP’ê ya Kepezê Şengul Kaçar di 6’ê adarê de bi îdiaya  ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Kaçar niha jî li Girtîgeha Tîpa L ya Antalayayê dimîne û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Hevjînê Kaçar, Ekrem Kaçar bi rêya telefonê bi hevjîna xwe re axivî û wiha got: “Hevjîna min da zanîn ku li girtîgehê binpêkirinên mafan hene. Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û nahêlin ku girtî biçin qada hevpar. Em piştgirî didin berxwedana greva birçîbûnê. Hevjîna min got ku berxwedana Leyla Guven, berxwedana wan e û heta tecrîd bi dawî dibe jî li berxwe bidin. Hevjîna min got ku ji bo bidawîkirina mirinan û pêkhatina aştiyê di grevê de ye.”

Rewşa Belgîn Kanat giran e

Her wiha rewşa girtiya bi navê Belgîn Kanat ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin û ji 17’ê kanûna sala 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye, giran bûye. Parêzerên Kanat da zanîn ku Kanat daketiye bin 39 kîloyan û ev agahî dan: “Midûrê girtîgehê çûye qawîşê û jê re gotiye; ‘dest ji grevê berde. Ger tu ser hişê xwe biçî em ê mudaxaleyî te bikin.’ Personelan jî heman tişt gotiye.”

‘Çirûska agirê Newrozê vê ketiye’

Girtiyê bi navê Halef Yîgît ê 25 salî, ji 5’ê çileyê ve li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 a Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye. Yîgît di hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re têkildarî çalakiya xwe axivî. Yîgît anî ziman ku piştî 11 girtiyan, 62 girtiyên din jî di 1’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha axivî: “Rewşa me ya tenduristiyê baş e. Ev berxwedan mîne çirûskên agirê Newrozê dest pê kir û li hemû cîhanê belav bû. Berxwedaneke dîrokî pêş ket û berxwedana vînê ye. Bi vîna Rêbertiya me xemiliye. Em bi biryarin û dê biserkevin. Divê gelê me jî xwedî li vê berxwedanê derkeve. Bi van hestan em gelê xwe silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar