Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Heyeta Başûr diyariya Guven radestî Yagiz kir

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi heyeta Başûr re ku duh hatibû serdana wî, ji Nasir Yagiz re diyarî şand. Heyetê diyariya Guven radestî Yagiz kir. Yagiz spasiya Guven kir û da zanîn ku serkeftin a wan e

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 126’emîn de didome. Çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armancê daye destpêkirin jî kete roja 113’an.

Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 87’an de, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 88’emîn berdewam dike. Di 1’ê adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya parlamentera Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê ya di 3’yê adarê de daye destpêkirin di roja 11’an û û çalakiya parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên pê re jî kete roja 6’an.

Ji Yagiz re diyarî şand

Heyeta ji siyasetmedar û akademîsyenên başûrê Kurdistanê ku bi serokatiya  Dr. Hekîm Ebdulkerîm pêk dihat, piştî serdana Leyla Guven vegeriyan Başûr. Guven bi heyetê re ji Nasir Yagiz re diyariyek şand. Heyeta ku vegeriya Başûr, diyariya Guven radestî Yagiz kir. Yagiz spasiya Leyla Guven kir û got ku dê berxwedana xwe bi ser bixin.

Daxwaza Guven a ji heyetê

Di nava heyeta ku hatine serdana Guven de, Dr. Hekîm Evdilkerîm,Bextiyar Mistefa, Hîlal Şewket û Şoreş Xidir pêk dihat. Ronak Mecîd a di nava heyetê de bû ji ber ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê destûr nehate dayîn, nekarî tev li heyetê bibe. Di dema serdanê de Guven ji heyetê re got; ‘Xwedî li hevrêyê min Nasir Yagiz derbikevin.’ HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar