Asayîşa Silêmaniyê navenda Tevgera Azadî û Rêkxirawî Jinanî Azadî Kurdistan (RJAK) girt û mohr kir. Piştî bertekan asayişê mohr rakir
Yekîneyên Asayîşa Silêmaniyê serê sibê bi ser navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û navenda RJAK’ê de girtin. Hêzên Asayîşê bi hinceta ku ji wan re ferman hatiye hemû kesên li herdu navendan derxistin û deriyên wan mohr kirin. Pişti bertekên civakê asayişê mohra li deriya xist rakir.
Asayîşa bajarê Silêmaniyê di meha mijdarê ya sala 2018’an de jî navendên Tevgera Azadî yên Kelar, Kifrî, Koyê û Ranya girtibûn. Asayîşê tabelaya navenda Tevgera Azadî ya Silêmaniyê jî daxistibû.
Piştî reveberên RJAK û Tevgera Azadî bi Walîtiya Silêmaniyê û asayişê re hevdîtin pêk anî, deriyê du navendan ji nûve vekirin. SILÊMANÎ