Ev sê roj in li marketên Amedê pîvazên hişk nayên firotinê. Midûrek magazayê got ku ji ber bihayê pîvazan diguhere pirsgirêka peydakirinê dijîn
Li marketên Amedê 3 roj in pîvazên hişk nayên peydakirin. Di rojên dawî de marketên wek A-101 û Şok jî di nav de li gelek marketan pîvaz nayê firotin. Herî dawî sê roj berê kîloya pîvazên bi 3.75 TL dihatin firotin li dezgehên marketan nayên dîtin. Dezge vala man e. Kartolên li dezgehan jî di asta ku kes nikare bikere de ne.
Midûrek magazayê yê nexwest navê xwe aşkera bike der barê firotina pîvazan de got ku ji ber ku rojane bihayê pîvaza diguhere li navendên belavkirinê pirsgirêkên peydakirinê diqewime. Heman rayedar got ew nizanin dê kengê pîvaz werin ser dezgehên wan. AMED