Muzakereyên endamtiyê ya di navbera Yekitiya Ewropayê û dewleta tirk de, bi erêkirina rapora Tirkiye ya li Parlamentoya Ewropayê hate rawestandin
Piştî gotûbêjên li Parlametoya Ewropayê (PE) hat kirin û şûnde, li gel erêkirina rapora Katî Pîrî ya amadekirî, muzakereyên endamtiyê ya dewleta tirk û Yekitiya Ewropayê (YE) hate rawestandin.
622 wekîl tev li dengdanê bûn
Rapor bi dengê 370 wekîlan hate erêkirin, 109 kesan dengê redê, 143 jî dengê bêalî bikar anîn.
Parlamentera Hollandayê û Raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî ya duh di gotûbêjên li PE’yê hate kirin de axivî. Pîrî di axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinê mafên mirovan û pêkanînên derhiqûqî û antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê. Pîrî daxuyand ku li Tirkiyeyê niha bi sedhezaran kes girtî ne. Pîrî bibîr xist ku ji bo rastkirina rewşa Brûksel û Strasboûrgê li gorî pêwîst rexne nehatine kirin.
Ji bo rawestandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re Koma Demokratîk a Xiristiyan pêşnûmeyek pêşkêş kiribû. Serokê Demê yê YE’yê û Rêveberên Komîsyona YE’yê û Romanya anîbû ziman ku ji pêşketinên heyî bi fikar in. STRASBOURG