Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dîroka qedîm a Zerdeştiyan bi hunerê dide jiyîn

Jina hunermend Mihabad Cemal li Silêmanî bi hunera xwe ya ku ji seramîkê çêdike bûye parêzvana dîroka serdema Zerdeştiyan. Herwiha bi hunera xwe dixwaze nasname û ola Zerdeştî bi parêze

Jina Hunermend Mihabad Cemal bi karê xwe yê hunerî hewil dide kelûpelên dîrokî yên ola Zerdeştî çêbike û dubare bi welatiyan bide nasandin. Mihabad li sala 1983’an li taxa Serşeqam a Silêmanî ji dayîk bûye. Dayîka zaroke ke. Ji ber heskirina xwe ya ji ola Zerdeştî re navê kurê xwe xistiye Ahura ku navê mezintirîn xudayê ola Zerdeştiyane. Mihabad li tu kolêjek ya hunerî ne xwendiye. Wê di sala 1997’an de li Peymangeha Teknîkî ya Silêmanî beşa Kargêrî temam kiriye. Niha jî di Rêvebertiya Hunera Şêwekarî ya Silêmanî de wekî karmendek kar dike.

Mihabad piştî zanîngeh di qedîne xwesteka wê ya xwe fêrî karê çêkirina cerikên ku bi seramîkê çêdibin bike. Destpêkê xwe fêrî çêkirina cerikan dike. Piştre jî hewildaye xwe fêrî çêkirina tiştên din jî bike. Mihabad ji bo xwe di vî karî de bi awayekî profesyonel pêşbêxe diçe li gel pisporê çêkirina vî karî Mamosta Qadir Mîrxan. 5 salan li gel Qadir Mîrxan kardike. Piştre di li gel çend mamostayek din yê vî karî di çêkirina peyker û pirojeyên cûda de karê xwe berdewam dike.

Hunermend Mihabad hertim xastiye karekî cûda û balkêş çêbike. Hertim xwestiye li gora serdemê karekî nû bi dizaynekî nû çêke. Niha jî mijûlî çêkirina ew kelûpelên wekî sembol di olê Zerdeştî de têne bi karanîn û nasîne. Hunermend Mihabad ji xwere pêşangek taybet a cihê kar bi navê Ahura li Silêmanî vekirye. Mihabad di vê cihê xwe yê kar de hem dixebite hemjî ew berhemên ku çêkiriye di firoşe. Ji bo karê wî cûda û balkêş were dîtin ew axa sor di karê xwe de bi kar tîne. Ev ax jî li derdora Kerkûkê tîne Silêmanî pê karê xwe dike.

Mihabad diyar kir ku ji bo çêkirina her berhemek rojek yan jî zêdetir dem pêve derbas dike. Hinek kar jî bi salan pêve mijûl bûye heya ku çêkiriye. Ji bo mînak, li Atêşgeha Zerdeştiyan 9 salan ji bo çêkirina cihê tê de agirkirinê mijûl bûye heya temam kiriye.

Cûdatir ji karê çêkirina kelûpelên dîroka Zerdeştî, giringî bi çêkirina xenceran jî dide. Sedemê çêkirina xencerê jî hunermenda jin diyar kir ku gelê kurd gelekî hertim rastî êrîşê hatiye, hertim jî parastinê li xwe kirye. Xencerên ku çêdike bi awayekî biçûk û kurt çêdike. Sedemê çêkirina vî cûrî  xenceran jî diyar kir ku xencera dirêj sembola êrîşkariye, xencera kurt jî sembola xwe parastinê ye.

Hunermend Mihabad diyar kir ku niha gelek welatiyên Silêmanî û ji dervey Silêmanî rojane serdana cihê wê yê kar dikin û berhemên wê dikirin. Hunermend Mihabad Cemal ezmûna 20 salan a vî karê xwe di firoşgeha xwe de komkiriye. Van berheman difiroşe. Hem debara xwe ya jiyanê pê dike hemjî ji bo kelûpelên dîrokî yên çanda Kurdewarî û dîroka olê Zerdeştî wenda nebe dike. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar