Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Girtiyên di grevê de: Li derve bibin dengê me

Girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne bi rêya malbatên xwe peyam şandin. Girtiyan diyar kir ku roja ku çalakî destpê kiriye zextên li girtîgehan zêde bûne û dan zanîn ku encama çi dibe bila bibe heta gihiştina armancên xwe dê çalakiya xwe bidomînin

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 127’an de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya di 16’ê Kanûna 2018’an de li gelek girtîgehan dest pê kir jî di roja 88’an de ye. Her wiha di 1’ê Adarê de jî li tevahî girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir.

Ji girtiyên greva birçîbûnê 2 jê jî birayên hev Fûrkan û Nûrûllah Ûgûr in. Piştî qedexeya derketina derve ya li Şirnexê mala malbata Ûgûr hat rûxandin û malbat berê xwe da Ceyhana Edeneyê. Fûrkan Ûgûr ku 3 sal berê li Şirnexê hat binçavkirin, li ser beyanên şahidan hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Niha Ûgûr di Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê de ye û ji 21’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.

Her du bira di greva birçîbûnê de ne

Piştî Fûrkan Ûgûr hat girtin, 5 meh şûnde bavê wî Ramazan Ûgûr jî li ser îfadeyên şahidan hat binçavkirin û pêşî ew şandin Girtîgeha Ceyhanê, paşê jî sewqî Girtîgeha Midyadê hat kirin. Du sal berê dema Nûrûllah Ûgûr ji bo hevdîtina bi bavê xwe re pêk bîne çû girtîgehê, lê belê ew jî li ser beyanên şahidan hat binçavkirin û wî şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê. Nûrûllah Ûgûr jî ji 20’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.

Her du birayan peyamek ji raya giştî re şandin. Avşîn Ûgûr ku bavê wê û du birayên wê di girtîgehê de ne, diyar kir ku îdareya girtîgehê 20 roj cezayê hucreyê li birayê wê Fûrkan biriye.

‘Êdî bes e dengê me ragihînin’

Avşîn Ûgûr anî ziman ku birayê wê ev peyam ragihandiye: “Bi awayekî zêde em bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin. Gardiyan tim êrîşî me dikin. Di êrîşan de milê du hevalên me şikiyan. Rojname û pirtûkan nadin me. Me dixin hucreyan û derb dikin. Ji roja me dest bi greva birçîbûnê kiriye êrîş jî zêde bûne. Lê heta tecrîd neyê şikandin dê çalakiya me dewam bike. Bedêl çi dibe bila bibe dê çalakiya me dewam bike. Êdî bes e, dengê me ragihînin. Li derve bibin dengê me.”

31 roj e di grevê de ye

Yek ji girtiyê ku ketiye grevê Bişar Bîlen e. Bîlan li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê 31 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.  Bîlen di sala 2010’an de dema li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiya Seretayî dixwend hat girtin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 24 sal ceza lê hat birîn. Bîlen di sala 2012’yan de jî 44 rojan di greva birçîbûnê de mabû.

‘Ev çalakî çalakiyeke însanî ye’

Alî Bîlen ku di 7’ê adarê de bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî, peyama birayê xwe bi raya giştî re parve kir: “Ev çalakî çalakiyeke insanî ye. Tecrîdkirina Ocalan, bêhiqûqî û neheqiyeke mezin e. Hevala me Leyla Guven jî li dijî vê bêhiqûqîtiyê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya Guven çalakiyeke watedar e. Tecrîda li Îmraliyê, qefilkirina aştî û demokrasiyê ye. Lê belê encam çi dibe bila bibe dê çalakiya me berdewam bike.”

Alî Bîlen anî ziman ku bi çewisandin û tepisandina daxwaza girtiyan dê bi kêrî hikûmetê neyê û bang li saziyên mafên mirovan ên navnetewî û Wezareta Dadê kir ku beriya dereng bikeve gavan biavêjin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar