Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Bexdayê bi sedan polîs û leşker di grevê de ne

Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi seden polîs û leşkerên Iraqê firar kiribûn. Ev yek jî bû sedem ku hikûmeta Iraqê wan ji artêşê biavêje. Niha bi sedan polîs û leşker li Meydana Tehrîr a Bexdayê ji bo careke din vegerin nava artêşê 6 roj in di grevê de ne

Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de nêzî 16 hezar polîs û leşkeran firar kirin. Piraniya wan ji parêzgeha Kerkûk û Nînewayê firar kirin. Hikûmeta Iraqê bi sûcdariya ‘firarkirina şer’ peymana wan hilweşand û ji artêşê dûrxistin. Li hemberî vê biryarê li Meydana Tehrîr a Bexdayê  ev 6 roj in bi sedan polîs û leşker di grevê de ne û dixwazin careke din vegerin.

Kesên ku di çalakiyê de ne aşkera dikin ku heta daxwaza wan pêk neyê dê greva xwe berdewam bikin.

Ji bo biryardayîna li ser daxwazên wan û rêya çareseriyê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê li gel Wezaretên Hundirin û Parastinê yên Iraqê kete tevgerê.

Heta niha jî greva leşker û polîsan didome û hîn tu bersiva daxwaza wan nehatiye dayîn. BEXDA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar