Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Seroka ESP’ê: Daxwaza Guven daxwaza me ye

Seroka ESP’ê Çîçek Oltu nehat tahliyekirin. Oltu ya parastina xwe kir wiha got: “Ji bo tecrîda li Îmraliyê bê rakirin 14 roj in di greva birçîbûnê de me. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye.”

Danişîna doza Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlu û 2 endamên ESP’ê ku girtî tên darizandin li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Oltu û Alî Haydar Keleş bi rêya dîmen ji girtîgehên lê dimînin beşdarî danişînê bûn û Bedran Çogaltay jî di danişînê de amade bû.

Serokê dadgehê tespîta ewrakan kir û dest bi danişînê kir. Ewrakên hatin xwestin ji bo ku negihandin girtî û parêzeran dem hat xwestin.

Cogaltay ê tê darizandin diyar kir ku demek dirêj e girtî ne û xwest bê berdan.

Parêzera wî Sezîn Uçar jî diyar kir ku çalakî û şahiyên miwekîlê wê beşdar bûye hemû mafê yasayî ne û ji ber girtina wî ya dirêj xwest bê berdan.

14 roj e di greva birçîbûnê de ye

Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Oltu jî parastina xwe kir û anî ziman ku çalakî û şahiyên beşdar bûye ne sûc in û ew li ser navê partiya xwe beşdar bûye.

Oltu di parastina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û wiha got: “Ev 14 roj in ez jî di greva birçîbûnê de me. Ez çalakiya Leyla Guven silav dikim. Daxwaza wê daxwaza me ye. Ji bo aştî were welat divê tecrîdkirina birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê hemû girtî bigihîjin azadiya xwe. Ji ber vê dixwazim daxwaz bê qebûlkirin.”

Parêzera Oltu Gulhan Kaya jî got ku girtina miwekîla wê ne hiqûqî ye û xwest bê tahliyekirin.

‘Divê hevdîtin pêk were’

Alî Haydar Keleş jî da zanîn ku 14 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û divê Ocalan dikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.

Parêzer Keleş Ozturk jî parastina miwekîlê xwe kir û xwest bê berdan.

Pişt re heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û xwest Adar Temel ê ne girtî tê darizandin bê girtin û qedexeya derketina derve danî ser ên ne girtî tên darizandin. Heyetê biryara dewama girtina Oltu, Keleş û Çogaltay jî da û danişînê taloqî 26’ê hezîranê kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar