PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Şêniyên Dirbêsiyê bi meşekî piştgirî dan greva birçîbûnê

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê, ji bo piştgiriya parlamentera HDP`ê Leyla Guven ku ev 127 roj e di çalakiyê greva birçîbûnê de ye, meşek li dar xist

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê, ji bo piştgiriya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 127 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Meş ji ber Navenda Ciwanan a li navçeyê bi beşdariya hejmareke mezin ji şêniyan û endamên saziyan dest pê kir. Beşdaran bi sloganên ‘Na ji tecrîdkirina Ocalan re’ û ‘Bijî berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê’ ji kolanên sereke yên navçeyê ber bi qada azadiyê ve meşiyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi ser navê Meclisa Dirbêsiyê Abdullah Şêxika axivî û wiha got: “Em îro di pêngaveke dîrokî de derbas dibin ku ew jî pêngava têkbirina DAIŞ`ê ye. Di demê HSD`ê serkeftinan pêk tîne û hemû planên dijminan binpê dike.”

Şêxika da zanîn ku armanca dewleta tirk a ji tecrîdê ew e ku derbe li fikrên demokratîk ên Ocalan bixin û bal kişand ser çalakiya Guven û diyar kir ku wek şêniyên Dirbêsiyê dê heta pêkhatina daxwazan piştgirî bidin çalakiyên greva birçîbûnê.

Her wiha meş bi dirûşmên ‘Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re’ û ‘Bijî berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê’  bi dawî bû. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar