Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Namzetên HDP’ê di qezenckirina şaredariyan de bi israr in

Di çarçoveyên xebata hilbijartinê de namzetên HDP’ê diçin serdana esnafan, pirsgirêk û daxwazên wan guhdar dikin

Di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî de ziyaretên endam û rêveberên HDP’ê didomin.

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Agiriyê Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogan, esnafên Cadeya Cumhuriyetê ziyaret kirin. Serdan bi lêxistina dahûl û zirnê pêk hat. Parlamenterê Agirî Abdullah Koç û Dîlan Dîrayet Taşdemîr beşdarî ziyaretê bûn. Namzetê Hevşaredrên Agirî Abdurrahman Dogar li ser Cadeya Tahîr Elçî daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Ji bo azadî, wekhev û edaletê divê hemû kes xwedî li HDP’ê derkevin. Roj roja wêrekiyê ye. Vîna vî gelî xesp kirin û dest danîn ser vîna gel. Di 31’ê adarê de, em ê li vê qadê guvenda herî mezin bigerînin.”

Pirsgirêkan guhdar kirin

Namzetên HDP’ê yên Westanê yê Wanê Melek Arapoglu û Veysî Şeker jî, bi endamên meclisê û xebatkarên şaredariyê re li hev civiyan. Namzetên bi xebatkerên şaredariyê re li hev civiyan, pirsgirêk û daxwazên personelan guhdar kirin.

Namzetan dûre Serokatiya Daîreya Daristan û Çêkirina Rê û Serokatiya Daîreya Agirkuj ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ên Wanê ziyaret kirin. Namzetê Hevşaredarê navçeyê Veysî Şeker li her du daîreyan axivî û wiha got: “Divê êdî Westan bê hilpekîn û ji nû ve şîn bibe. Ji bo vê jî ferasetek cuda pêwîst e. Em ê bi vê ferasetê, bi awayekî hevpar bi hevre bixebitin.”

Di çarçoveya serdanên hilbjartinê de namzetê HDP’ê ya Bajarê Mezin ê Meletiyê Yûsûf Bozkuş esnaf û welatiyên sîteya Pîşesaziya Biçûk û Bazar a Genim a taxa Çavûşoglû ya navçeya Çermiktî ziyaret kir.

‘Em ê bi gel re Qersê veguherînin’

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen, projeyên xwe yên têkildarî bajêr aşkera kirin. Civîna danasîna projeyan a hevşaredaran li buroya hilbijartinê ya li taxa Şehîtler hat lidarxistin. Namzetên HDP’ê, rêveber û endamên partiyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.

Namzeta Hevşaredariyê Şevîn Alaca di civînê de axivî û wiha got: “Ji bo guhertin û veguhertinê em ketin rê. Em ê bajarê xwe nû bikin. Karê me pir zêde ye. Li Qersê kar pir zêde ye. Em ê hemû sozên xwe bi cih bînin. Gelê Qersê dê vê yekê bibîne; Em ê her tiştê xwe li ber çavê gelê xwe bikin. Adresa hêviyan HDP ye.”

Namzet Ayhan Bîlgen jî bal kişand ser projeyên xwe û ev tişt anî ziman: “Bajêr karên herî lezgîn û divê bên kirin dixe rojeva xwe. Em ê pirsgirêkên rê, av, çop û binesaziyê bikin karê xwe yê destpê kê. Dîsa pirsgirêka plansaziya avdan û bajêr heye. Di çareserkirina vê pirsgirêkê de em ê, biryarê ji gelê Qersê re bihêlin. Ev plansaziya me ya hevpar e. Dîsa em ê potensiyela çandinî û turîzma bajêr bixin nava tevgerê. Em ê projeyên xwe yên bajêr xweş bike pêş bixin.”

Piştî axaftinan namzetên hevşaredariyê yek bi yek projeyên xwe rêz kirin.

Li Edenê HDP’î bi çapemeniyê re civiyan

HDP a Edeneyê jî bi endamên çapemeniyên yên bajêr re civiyan. ParlementeraHDP’ê Tulay Hatîmogullarî ya beşdarî hevdîtinê bû, pêvajoya siyasî nirxand û bal kişand ser xebatên hilbijartina herêmî. Hatîmogûllari diyar kir ku ligel krîza aborî li welat, krîzên siyasî û civakî yên mezin tên jiyîn û wiha axivî: “AKP bi siyaseta gefê, polîtîkayê birêve dibe. Qeyûm tayînê şaredariyên herêmê kirin. Lê em ê li gel şaredariyên xwe şaredariyên nû jî qezenc bikin. Li Edeneyê hemû hêzên demokratîk dê dengê xwe bidin namzetê hevbeş. Dê tifaqa Cumhur winda bike û em ê li her qadê qezenc bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar