Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Azadê 10 salî çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê

Azadê 10 salî ku çû avahiya HDP’ê serdana çalakgerên greva birçîbûnê, pêvajoya heyî nirxand û wiha got: “Wexta pêlîstok hebin tu zarok li van tiştan nafikire, wexta zext û zorî tune bin kes van tiştan lêkolîn nake.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 128’an de didome. Her wiha ji xeynî girtîgehan li avahiya HDP’a Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya parlementerên HDP’ê Tayyîp Temel, Dersim Dag û Mûrat Sarisaç û endamên HDP’ê jî didome. Ji roja ku çalakiya greva birçîbûnê li avahiya HDP’ê dest pê kiriye gelek kes serdana çalakgeran dikin. Yek ji van kesan jî Azadê 10 salî ye.

Azad, li taxa Şehîtlikê dijî û ji bo serdana çalakgeran bike di dest wî de gulek û erbaneya wî çû buruya hilbijartinê ya HDP’ê ya li Kolana Alî Emîrî û ji kesên li buroyê xwest serdana çalakgeran bike.

Azad, tevî xebatkarên HDP’ê çû avahiya HDP’ê û gula di dest xwe da parlementer Dersim Dag û got ku ew ji bo piştgiriyê hatiye. Azad, bi çalakgeran re sohbet kir û tecrîda heyî, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û bi giştî pêvajoya siyasî nirxand.

Azad di axaftina xwe ya ligel çalakgeran ev tişt anî ziman: “Wexta pêlîstok hebin tu zarok li van tiştan nafikire, wexta zext û zorî tune bin kes van tiştan lêkolîn nake. Leyla Guven 127 roj in di greva birçîbûnê de ye. Tecrîd tiştekî pir pîs e û hûn ji bo vê di greva birçîbûnê de ne. Tecrîd, cihêkarî ye. Hûn ji bo min, ji bo gelê kurd di grevê de ne. Tenê ne Abdullah Ocalan, kesên ji ber fikrên xwe yên siyasî hatine girtin hemû tên tecrîdkirin. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan tiştekî pir xirab e.”

‘Em ê bI berxwedanê bi ser bikevin’

Azad bilêv kir ku ew ji bi piştgiriyê hatiye û wiha got: “Wexta mirov min bibînin, wê fêm bikin. Sûcê me kurda ye. Ji bo çi mafên xwe naparêzin? Çima nadin dû doza xwe. Lê binerin dirûşmeya wan ev bû ‘bi tirkî biaxive, pir biaxive.’ Ger kurd, ev qas eziyet li tirkan bikiranan piştî demekê me yê ew berdana. Lê ew nahêlin em azad bijîn. Lê em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

‘Ev der welatê me ye’

Azad bi bîr xist ku Serokomar Erdogan li qadên mîtîngê ji bo kurdan dibêje “ji vî welatî biçin”. Azad bilêv kir ku ev gotin ew nerihet kiriye û wiha got: “Me diqewirîne. Ev der welatê me ye. Ew xwîna li ser alayê xwîna me ye jî. Çimkî me jî wekî tirk, çerkez, elewî û ermeniyan di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de şer kir. Dixwazin bi fondotenê ser wê bigirin lê wê nikaribin bigirin.”

Azad destnîşan kir ku dewlet dixwaze kurdan bike tirk û wiha got: “Kurd neqediyane. Em ji bera berê de hene. Hadê em bêjin em hemû mirin lê wê pitikek bimîne. Wexta ew mezin bibe wê doza mafên xwe bike. Wê bipirse ‘ji bo çi we diya min kuşt?’ Tu meseleyeke me bi tirkan re tune ye, meseleya me bi faşîzmê re ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar