Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bo serketinê em ketin vê rêyê’

Sedat Akin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Erzinganê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de bû û piştî hat berdan niha çalakiya xwe li malê didomîne, diyar kir ku ew ji bo serkeftinê ketine vê rêyê

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 128’an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan didome. Yek ji van girtiyan jî Sedat Akin bû ku di 7’ê çileyê de li Girtîgeha Tîpa E ya Erzinganê di greva birçîbûnê de bû. Lê belê Akin di 19’ê sibatê de hat berdan û niha çalakiya xwe li malê didomîne.

Akin ku 68 roj in di greva birçîbûnê de ye, her diçe rewşa tenduristiya wî giran dibe. Niha dilxelandin, sergêjî lê peyda bûye û ber çavên wî tarî dibe.

‘Daxwaza me ne daxwazeke şexsî ye’

Derbarê çalakiya xwe de Akin diyar kir ku daxwaza wî ne daxwazeke şexsî ye û wiha got: “Ji bo azadiya vî gelî min mirin jî daniye ber çavên xwe. Fikra min neguheriye. Berevajî vê her diçe biryara min xurtir dibe. Di warê tenduristiyê de tiştek bibe, qethiyen tedawiyê naxwazim. Heta daxwaza me neyê qebûlkirin bi tu awayî mudaxileyeke tibbî qebûl nakim.”

Akin anî ziman ku wî bi telefonê bi Nasir Yagiz û Leyla Guven re axivî ye û wiha domand: “Em dibihîsin; her diçe çalakî zêdetir dibin. Teqez, heta tecrîd bi dawî nebe dê çalakî û têkoşîna me bidome.”

 Ji bo rojên ronî

Di axaftina xwe de Akin destnîşan kir ku tenê ne Ocalan, tevahiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin û da zanîn ku ji bo rojên tarî ronî bibin ew têdikoşin û wiha pêde çû: “Her roj mirov tên girtin. Sedema vê jî ew e ku ji xurtbûyîn û mezinbûna vê têkoşînê ditirsin. Divê ev biryardariya me dewam bike.”

Akin diyar kir ku hêviya wan ji gel heye û ev tişt anî ziman: “Niha li zindanan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Em ê rojên tarî ronî bikin. Wexta em qadên Newrozê tije bikin, wê peyam jî bigihêje cihê xwe. Hestiyarî heye. Lê belê hîn jî têr nake. Em li bendê ne ku dengê girseyan hîn bilindtir bibe. Her ku têkoşîn bilind bibe, serketin jî ewqasî nêzîk dibe.”

Her wiha Akin bal kişand ser girtinên ku van rojên dawîn pêk tên û da zanîn ku ew ji girtinan natirsin çimkî ew ji bo serkeftinê ketine ser vê rêyê. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar