PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Zelanda Nû komkujî: Herî kêm 40 kes hatin kuştin

Li Zelanda Nû kesekî rastgirê tund êrîş bir ser du mizgeftan. Herî kêm 40 kesî jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn

Li Zeland Nû ji aliyê kesekî rastgirên tund li dijî mizgeftan komkujî pêk hat. Komkujî îro li bajarê Christchurchê pêk hat. Li gorî bîlançoya destpêkê, ji ber êrîşa li her du mizgeftan herî kêm 40 kesî jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê 4 kes hatin binçavkirin.

Serokwezîr Jacinda Arden diyar kir ku li welêt yekemcar di asteke wiha awarte de êrîşeke tund tê kirin û wiha got: “Aşkere ye ku ev yek tenê weke êrîşeke terorîstî dikare bê dîtin.”

Arden anî ziman, welat di rojên herî tarî de ye û diyar kir ku koçber û penaberên bûne qurban. Arden diyar kir ku kesên êrîş pêk anîn dibe ku xwestin vê derê ji xwe re bikin welat, lewma Zelanda Nû hilbijartin û wiha got: “Ev der welatê wan e. Ew em in. Kesê ku ev êrîş kir, li dijî wan nekir, li dijî me kir.”

Êrîşkar rastgirekî tund ê awûstralyayî ye

Hate ragihandin ku sê ji kesên hatine binçavkirin mêr in, yek jî jin e. Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison daxuyaniyek da û diyar kir ku yek ji kesên komkujî kirine welatiyê Awûstralyayê ye û weke “terorîstekî rastgir û tund” dihate naskirin.

Polîsên Zelanda Nû jî diyar kirin ku li wesayitên gumanbar madeyên teqemeniyê hatine dîtin û bêbandorkirin. Asta alarmê ya li Zelanda Nû hate bilindkirin.

Êrîş bi rengekî zindî weşand

Li gorî agahiyan, êrîşkar yek ji her du êrîşan bi zindî di medya civakî de weşandiye. Dîmenên wê jî 20 deqe ne. Di dîmen de xuya ye ku êrîşkar bi çekê li mirovên li mizgeftê direşîne.

Tê gotin ku êrîşkarê rastgir ê tund, li platformeke înternetê manîfestoyeke komploger û dijberî îslamê weşand. CHRÎSTCHURCH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar