Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Farisogullari: Hêzên xeyrî nîzamî ji bo kuştina me hatibûn

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogullari diyar kir ku kesên di 8’ê adarê de êrîşî avahiya wan kirin, kesên xeyrî nîzamî bûn. Farisogullarin destnîşan kir ku ev kes ji bo kuştina wan hatibûn û pirsa; ‘Ev kesên xeyrî nîzamî kî bûn?’ ji wezîre karên hundir kir

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê di 3’yê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Di 8’ê adarê de jî parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî di nav de komeke ji 4 kesan pêk dihat li avahiya HDP’ê tev li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûn. Lê di şeva 8’ê adarê de bi tevlêbûna gelek polîsan bi ser avahiya HDP’ê de hate girtin û tevî parlamenteran, çalakvanên di grevê de hatibûn derbkirin. Her wiha polîsan deriyên avahiya HDP’ê şikandin û eşyayên di avahiyê de berbelav kirin.

Têkildarî êrîşkariya polîsan, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari ku şahidê bûyerê bû, ji MA’yê bi Ozgur Paksoy û Mehmet Şah Oruç re axivî. Farisogullari di serî de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got ku tecrîda li Îmraliyê, ji bo şikandina vîna gelê kurd e û wiha domand: “Dixwazin bi vê tecrîdê çongê bi gelê kurd bidin şikandin. Daxwaza çalakgeran daxwaza gelê kurd e. Çalakî, her wiha helwesta li dijî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn e. Tecrîd bêhiqûqe û li dijî qanûnan e. Hiqûq ji bo hemû kesî ye. Lê xuyaye ku bi qasî misqalê jî hiqûq nemaye. Dewlet ji hêla saziyên yasayî ve tê birêvebirin. Ger wiha nebe, mirov nikare qala hiqûq û edaletê bike.”

‘Ev kesên me cara yekemîn dîtin, kî ne?’

Farisogullari piştre jî qala êrîşa polîsan a li ser avahiya HDP’ê kir û ev agahiyên girîng parve kirin: “Ji bo hevalên me yên ku çalakiya herî aştiyane û demokratîk pêk tînin, gelek caran ser partiya me de girtin û hevalên me binçav kirin. Dixwazin bi zextê vê çalakiyê têk bibin. Di êvara 8’ê adarê de nêzî hezar polîsan bi ser avahiyê de girt. Di nava van hêzên emniyetê de gelek kesên cuda hebûn. Bi mantiqê qetilkirina me hatibûn. Em wekîlên vî bajarî ne. Lê tu rêz ji me re nehat nîşandan. Ji wan gelek kes min cara yekemîn dîtin. Ez bi vekirî ji rayedaran dipirsim; ev kesên ku xwe weke polîs û midûrên polîsan nîşan didan kî ne? Divê demildest wan derxin holê. Midûrê polîsan dibêje ‘ez dewlet im’ û xwe dide nasîn. Dibêje ez ê te bieciqînim. Bi van gotinan ji me re dibêje ku ez ê hemû hêza dewletê li ser te bikar bînim.”

‘Dewleta te mîna te bila qet nebe’

Di berdewamê de jî Farisogullari bersiva midûrê polîsan ku di got ‘ez dewlet im’ da û wiha berdewam kir: “Dewleta weke te bila qet tune be. Dewleta di şexsê te de bûye remz bila qet tune be. Wê şevê hêzên cuda hatibûn serdagirtinê. Yê ku van berdide qadê kî ye? Ez ji wezîrê karê hundir û aliyên pê ve pêwendîdar dipirsim; ev hêzên xeyrî nîzamî kî ne? Girêdayî kê ne? Girêdayî ku ne? Divê hûn vê aşkera bikin? Hêzên dewletê nikarin helwestek wisa nîşan bidin. Nikarin parlamenter lînç bikin û çekên lûle dirêj dirêjî sînga wan bikin. Nikarin bi kulm û pêhnan li wan bixin. Hêzên ewlekariyê wisa nabin. Van ji cihek cuda rayedariyê girtine.”

Hesab dê bê pirsîn

Farisogullari herî dawî jî ev tişt destnîşan kir: “Dê di hilbijiartina rêveberiyên herêmî de hesabê zextên li ser greva birçîbûnê tê kirin, serdegirtina partiya me û pêkanînên polîsan û qeyûman ên li ser vê erdnîgariyê bên pirsîn.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar