PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Guven bersiv da jinên Rojhilat: Em yek parçe ne

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 128 rojin di greva birçîbûnê de ye, bi nameyekê bersiv da nameya Saziyên Jinên Rojhilatê Kurdistanê. Guven têkoşîna jinên Rojhilat silav kir û got ku tu azadî bê bedel nînin. Guven diyar kir ku pêşengiya têkoşîna li dijî faşîzm û tecrîdê jin dikin û ew jî bi vê yekê keyfxweşin

Saziyên Jinên Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nameyek ji hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku 128 rojin ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, nameyek şandibû. Guven jî bi nameyekê kurt bersiv da nameya jinên Rojhilat.

Nameya hevseroka KCD’ê Leyla Guven wiha ye:

“Ji bakurê Kurdistanê, bajarê qedim ji Amedê silavên germ ji were dişînim.

Rêhevalên heja; peyama we ya ji bo min gelek bi qîmet û giranbiha gihişte min û ez bi peyama we gelek keyfxweş bûm. Desthilatdaran her çiqas welatê me kiribin çar parçe jî, em yek parçe ne. Ji  bo vê yekê Şêrin Elemhûli, Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan û Viyan Soran, cudabûna wan ji hev nîne. Lewre wan ji bo azadiya gelê xwe jiyana xwe ji dest dan û ketin nav dilê gelê xwe. Hevalno wek hûn jî dizanin em têkoşina xwe li dijî zilmkaran didin meşandin û ji bo vê jî, îro Zeynep Celaliyan, Sabahat Tuncel, Selma Irmak û bi hezaran jinên kurd ji aliyê pêrgalên qirêj ve hatine dîlgirtin û di zindanan de ne. Em tu carî ji bir nekin ku azadî bê bedêl nabe.

Tê zanîn ku zilma desthilatdaran çiqas zêde dibe, têkoşîna gelê mazlum jî li dijî wan ewqas bilind dibe. Ev çalakiya ku em niha didomînin li dijî faşîzma zilmkar, parçekirina bedengiye ye. Birêz Ocalan bi felsefeya xwe ya demokratîk hem ji bo azadiya jinan, hem jî ji bo Rojhilata  Navîn weke rojê ronahî da. Ji ber vê yekê ez dibêjim tecrîda li dijî birêz Ocalan, tecrîda li dijî me hemû gelên Rojhilata Navîne. Pêşengiya çalakiyên ji bo rakirina vê tecrîdê jî em jin dikin û ev ji bo me cihê keyfxweşiyê ye.

Belê jinên hêja û xweşewîst! Ev rastiyeke ku şerê qirêj ku li cîhane  qewimiye ji aliyê zilaman ve hatiye destpêkirin, lê îdia û daxwaza me ewe ku pêşengiya aşîtiya cîhanê em jin dê bikin. Hûn weke jinên rojhilatê Kurdistanê têkoşînek pir binirx didin. Ez di têkoşina we de serkeftinê dixwazim û di kesayeta we de hemû jin û gelê Rojhilat silav dikim.Ez bi baweriya serkeftinê we birêzdarî silav dikim.”

Nameya jinên Rojhilat

Nameya Saziyên Jinên Rojhilatê Kurdistanê jî wiha bû:

“Di salvegera têkoşîna li dijî koletiya ji bo afirandina jiyaneke azad û serbixwe de silavên germ pêşkêşî hemû berxwedêrên rêya azadiyê jinê dikin. Em pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Leyla Guven ku berxwedêra heqîqetê ye. Piştî hemû planên gemar ku ji bo fetisandina raperîna jinên azadîxwaz li dijî civaka koledar û ne wekhev, di rojeke weke îro de serê xwe hilda û bi gotina na re li dijî polîtîkaya dagîrkerî û li dijî mirovahiyê re îradeyeke nû derxist holê.

Îro piştî derbasbûna demekî dirêj, vîna jinên azad ji bo afirandina mirovek azad û civakek wekhev bi pêşengtiya rêheval Leyla Guven tê meşandin. Leyla Guven da zanîn ku mirovahî teslîm nebûye û di rêya serxwebûnê de ye. Berxwedana Leyla Guven hêzeke nû daye me. Em silavên xwe pêşkêşî Leyla ya berxwedêr dikin û em jî xwe dixin refa azadîxwazên ku daxwaza wan wekhevî û azadî ye. Em jî xwe di refên wan têkoşeran de dibînin ku yada 8’ Adarê bi helandina cesteya xwe zindî dihêlin. Em soza berdewamiya vê dozê dubare dikin û di wê baweriyê de ne ku serkeftin di rêya azadiye bi tenê bi baweriyek wisa bi hêz dê pêk bê û faşîzm jî bi çokdana erdê bin bikeve.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar