Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li Şengalê dest bi vekirina gorên komî hat kirin

Îro bi tevlêbûna nûnerên NY’yê, hikûmeta Iraqê û êzidiyan, dest bi vekirina gorên komî yên li Şengalê hate kirin. Di bernameya vekirina gorên komî de hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Şengalê hat vegotin

Bernameya vekirina gorên komî ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê meşandin, îro li gundê Koço yê Şengalê dest pê kir. Di bernameyê de ji bilî rayedarên hikûmeta Iraqê û NY’ê, oldarên civaka êzidî, malbatên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin û gelek welatiyên êzidî jî amade bûn.

Bername bi rê û resmên ola ezdayetiyê û xwendina sirûda Iraqê dest pê kir. Piştre ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin û li ser navê komîteya amadekar axaftin hate kirin. Di bernameyê de sekreterê giştî yê Encumena Wezîran a Iraqê, nûnerê taybet ê Sekreterê NY’ê yê Iraqê, parlamenterê êzdî yê di parlamentoya Iraqê de û rayedarê  Wezareta Tenduristiyê yê Iraqê, rêveberên Saziya Şehîdan, parêzgeha Mûsilê û malbatên şehîd û windayan axivîn.

Piştî rê û resmên olî gor hat vekirin

Axaftvanan bal kişand ser hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û destnîşan kir ku di encama têkoşîneke dijwar de ev herêm careke din ji çeteyan hatiye paqijkirin. Piştî axaftinan Babe Şêx (Oldarê Êzidî) jî axaftinek kir û destûra vekirina gorên komî da. Li pey destûrê, rê û resmên ola êzidî pêk anîn û dest bi vekirina gora komî ya yekemîn hat kirin.

Hestiyan dişînin saziya tipa edlî

Hestiyên ku ji gorên komî tên derxistin, ji bo testa DNA’yê û diyarkirina nasnameyan, dişînin saziya tiba edlî.  Ji bo domiya xebatên vekirina gorên komî demek nehatiye destnîşankirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 3’yê tebaxa sala 2014’an a li dijî Şengal û derdora wê de bi sedan kes hatin qetilkirin. Çeteyan kesên ku qetilkirin, di gorên komî de veşartin. Tê payîn ku tenê li gundê Koço yê Şengalê 9 gorên komî hene. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar