Polîsan êrîşî xwendekarên ku komkujiyên Helebce û Beyazitê li ber Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Stenbolê bi daxuyaniyekê şermezar kirin, kir. Di êrîşê de gelek xwendekar hatin binçavkirin
Xwendekarên Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Stenbolê, bi daxuyaniyekê Komkujiya Beyazitê ya di 16’ê adara sala 1978’an de li ber Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Stenbolê pêk hat û 7 xwendekaran jiyana xwe ji dest da û Komkujiya Helebceyê ya di 16’ê Adara sala 1988’an de pêk hat û bi hezaran kurd hatine qetilkirin, bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin.
Xwendekar li ber Fakulteya Dermansaziyê kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê xwendekaran xwest bimeşin. Lê polîsan bi bombeyên gazê mudaxeleyî çalakiya xwendekaran kir.
Di mudaxeleyê de rojnameger jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. STENBOL