Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbatên şehîdan qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan ên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn û kiryarên komkujiyê şermezar kirin. Malbatên şehîdan da zanîn ku di salvegera Komkujiya Helebceyê de her wiha ew roja dagirkirina Efrînê bi xemgînî pêşwazî dikin

Bi boneya 31’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê ku di 16’ê adara sala 1988’an de bi fermana serokê berê yê Iraqê Sedam Hiseyîn ve hatibû kirin û zêdetirî 5 hezar kurd hatibûn qetilkirin, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê û ya Şehbayê daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li gundê Til Qerah a navçeya Ehres a Kantona Şehbayê bi kurdî û erebî hatin xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dîrokê de gelên Rojhilata Navîn di gelek cengan re derbas bûne, lewre rastî gelek zirar û serpêhatiyan hatine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê kurd jî ji vê yekê bê par nemaye, rastî gelek komkujî, koçberî, talankirin û çewisandinê hatiye.

Zêdetirî 5 hezar kes hatin qetilkirin

Malbatên şehîdan daxuyand ku gund û bajarên kurdan, ji aliyê pergalên serdest ve bi awayekî hovane rastî şewitandin û guhertina demografyayê hatine û ev tişt hatin parvekirin: “Nimûneya vê yekê jî Helebce û Şengal in ku di jiyana mirovahiyê de dîrokeke reş e. Em di salvegera 31’emîn a Komkujiya Helebceyê de ne ku zêdetirî 5 hezar jin, zarok, kal û pîr hatibûn qetilkirin. Lê hîn jî ev komkujî di qada navneteweyî de baş nehatiye dîtin.”

Salvegera Helebceyê û dagirkirina Efrînê

Meclisa Malbatên Şehîdan wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Di vê salvegerê de, Komkujiya Helebceyê ji civaka navdewletî re û kesên qaşo kesên banga mirovahiyê dikin, cihê şermê ye. Her wiha salvegera Komkujiya Helebceyê rastî salvegera  dagirkirina bajarê aştiyê Efrînê tê ku ji aliyê faşîzma tûranî (tirk) û bi serkêşiya Erdoganê tundrew ê osmanî ku li pêşiya çavên cîhanê wêrankirinên hovane derheqê şêniyên Efrîn û Efrînê de pêk anîn. Em hemû şehîdên Komkujiya Helebceyê birêzdarî bibîrtînin. Her wiha em vê hovîtî û sûcê mirovahiyê bi tundî şermezar dikin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar