Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Dê ev çalakî bidome’

Girtî Engîn Okûdûcû yê nexweş bû û rakirin nexweşxaneyê, zext lê tê kirin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya 71 roj in didome, bi dawî bike. Okûdûcû diyar kir ku berdêl çi dibe bila bibe, ev çalakî dê berdewam bike

Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirmayê Engîn Okûdûcû yê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 71 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, rewşa wî giran bû û rakirin nexweşxanê. Okûdûcû bi rêya malbatê darbarê rewşa xwe agahî da û diyar kir ku dema wî birine nexweşxaneyê zext lê hat kirin ku çalakiya xwe bi dawî bike.

Okûdûcû yê ku di 15’ê Adarê de bi telefonê li apê xwe Sabahatîn Okûdûcû geriya, da zanîn ku moralê wî pir bilind e û wiha got: “Heta ku daxwazên me pêk werin, em ê berxwedana xwe bidomînin. Ji ber pirsgirêkên tenduritiyê, ez di 13’ê adarê de rakirim Nexweşxaneya Dewletê ya Bandirma yê. Li nexweşxanê nêzî 6 saeta ez di odeya mehkûman de rawestandim. Ode pir sar, qirêj û gemarî bû. Di van 6 saetan de, ji bo ku dest ji çalakiya xwe berdim zext li min kirin. Lê min qebûl nekir. Min ji wan re got ‘berdêl çi dibe bila bibe, ev çalakî dê berdewam bike.’ Piştî 6 saetan ez dîsa paşve anîm girtîgehê. Rewşa min baş e. Teqez em ê bi ser bikevin.”

Ev daxwaz daxwazek e qanûnî ye

Apê Okûdûcû Sabahattîn Okûdûcû piştî hevdîtina bi biraziyê xwe re serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a  Balikesîrê da û alîkaya hiqûqî daxwaz kir. Ap Okûdûcû diyar kir ku daxwazên girtiyan diparêzin û wiha banga hestiyariyê li raya giştî kir: “Em ê li derve dengê xwe bilind bikin. Daxwazên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne, zelal in. Divê Wezareta Dadê û Komara Tirkiyeyê qanûnên xwe bi cih bînin. Ev daxwaz daxwazek e qanûnî ye. Ji bo ku daxwazên girtiyan bên bicihanîn, em ê jî li derve têbikoşin.”  EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar