PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Zexta li ser girtiyan giran dibe û banga piştgiriyê hat kirin

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştî ku berxwedanên çalakiya grevên birçîbûnê dest pê kirin, zexta li ser girtiyan jî zêde bûn. Hat zanîn ku pêdiviyên weke xwê, şekir û vîtamînên weke B1 û B2 nadin girtiyan. Her wiha rêveberiyên girtîgehan bi pêkanînên xwe hewl didin çalakiyê bişikînin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bû, didome. Bi destpêkirina çalakiyê re zextên li ser girtiyan jî zêde bûn. Têkildarî mijarê serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger dibêje ku têkildarî kontrolkirina rewşa girtiyan ew xwedî tu agahî nînin. Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (YUHAYDER) a Herêma Egeyê Selma Altan jî da zanîn ku li girtîgehên Egeyê li ser girtiyan zexteke zêde heye. Li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê jî girtiyan bi nameyekê ragihand ku rewşa du girtiyan di astekî krîtîk de ye.

Der barê mijarê de Ozgur Denîz Deger da zanîn ku ji bo kontrolkirina tenduristiya girtiyên li Girtîgeha Tîpa D ya Wanê di greva birçîbûnê de ne, serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê û rêveberiya girtîgehê dane. Deger diyar kir ku serlêdanên wan hatine redkirin û wiha domand: “Em nizanin bê ka tenduristiya girtiyan çawa tê kontrolkirin. Parêzerên girtiyan dibêjin ku pidiyên gelek girtiyan xwîn jê tê, navêşî bûne û nikarin pir bi axivin. Girtî ji bo daxwazeke rewa, mirovî û wijdanî ketine greva birçîbûnê. Tecrîdkirina kesan, li derveyî mirovahiyê ye. Karê destpêkê yê bijîşkan, parastina jiyana mirovan e.”

‘Dibe ku encamên neyînî rû bidin’

Ji endamên odeya bijîşkan Huseyîn Yavîç jî anî ziman ku têkildarî grevên birçîbûnê bi hemû saziyan re di nava têkiliyê de ne û wiha derbirî: “Em dixwazin rewşa tenduristiyê ya çalakvanên girtî bi rêk û pêk kontrol bikin. Der barê dayîna xwê, şekir, karbonat û vîtamîna B1 û B2 de fikarên me hene. Rewşa Leyla Guven jî di asta krîtîk de ye. Dibe ku ji nişkan ve encamên nebaş rû bidin. Dê ev ji bo vî welatî bibe lekeyeke reş. Ji bo ku tiştekî wiha rû nede, divê hemû rayedar û sazî bi berpirsiyarî tevbigerin.”

Daxwaza çalakvanan

Di heman demê de hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (YUHAYDER) a Herêma Egeyê Selma Altan jî der barê rewşa girtiyên li girtîgehên Îzmîr û Manîsayê yên di greva birçîbûnê de agahî dan. Altan bi lêv kir ku girtî dixwazin tecrîdê bişikînin û rê li ber rêyeke nû vebikin. Altan daxuyand ku rewşa tenduristiyê ya piraniya girtiyên di grevê de di asta krîtîk de ye.

Pêwendiyên wan ên bi derve qut kirin

Altan destnîşan kir ku ji 1’ê adarê ve ji xeynî girtiyên nexweş û girtiyên refaqetiya çalakgerên di grevê de dikin, li tevahiya girtîgehên herêma Egeyê girtî dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha pê de çû: “Piştî vê, zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûn. Li Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê, rêveberiya girtîgehê berê dest danîbû ser radyoyên girtiyan û pêwendiya wan a bi derve re qut kiribû. Piştî 1’ê adarê bi taybetî rojnameya Yenî Yaşamê jî nadin girtiyan. Wexta rojnameyên din jî didin, hin deverên wan jê dikin û wisa didin. Ceza li girtiyên ketine greva birçîbûnê tê birîn. Cezayê pêwendiyê, hevdîtin û hucreyê tê birîn. Bi vê re dibe ku înfaza wan jî bişewite. Her pirtûkî jî nagirin.”

Girtî bi qasî 15-20 kîloyan zeîf bûne

Di berdewamê de jî Altan diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T ya Odemîşê gardiyan xizmên girtiyan tacîz dikin û ev agahî parve kirin: “Li vê girtîgehê jî rojnameyê nadin girtiyan. Li Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê jî şekir, av û karbonatê pir hindik didin girtiyan. Girtiyên çalakvan ên li herêma Egeyê bi qasî 15-20 kîloyan zeîf bûne. Li Girtîgeha Şakranê hin girtî ji ser hişê xwe çûne û çavên wan pir nabînin. Li Girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê jî şekir û xwê tev li hev dikin û wisa didin girtiyan. Tevî hemû zextan jî moralê girtiyan baş e. Malbatên 15 girtiyan ji Îzmîrê çûn Enqereyê û xwestin bi wezîrê dadê re hevdîtin bikin. Lê hat redkirin. Em bang li raya giştî, saziyên civaka sivîl û her kesî dikin ku bibin dengê berxwedana girtiyan.”

Rewşa girtiyan giran bû

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê jî gelek girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Hat zanîn ku bi tevlêbûna 3 girtiyên jin re, hejmara girtiyên li vir ketine greva birçîbûnê derket 20’an.  Girtiyan der barê çalakiyê de peyamek şand û gotin ku heta ku tecrîd tê şikandin dê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyan da zanîn ku nameyên ji Cizîrê ji bo wan hatibûn şandin, girtîgehê nedane wan.

Girtiyan ragihand ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên bi navên Agît Bîlîk ku ji 16’ê çileyê ve di çalakiyê de ye û Onder Poyraz ê ji 31’ê çileyê ve di greva birçîbûnê de ye giran e lê mudaxaleya tibbî qebûl nekirine.

Navên girtiyên ketine greva birçîbûnê

Hêjayî bibîrxistinê ye li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê girtiyên bi navên Hakan Kutluk, Agît Bîlîk û Osman Beytûr di 16’ê çileyê de, girtiyên bi navên Onder Poyraz, Salîh Kutluk û Hakan Petekkaya di 31’ê çileyê de, girtiyên bi navên A. Kerîm Sevînç, Îzzettîn Ormanli, Mesut Olmez, Abûbekîr Nenk, Mûsa Kulter, Halîl Kabak, Bahattîn Alkiş, Yilmaz Ugur, Mahsun Guçlu, Serhat Sevîşoglu û Mehmet Alî Bayir di 1’ê adarê de û girtiyên bi navên Fatma Çetînkaya, Zeynep Mete û Rojda Topçû jî di 15’ê adarê de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar