Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Birînên Helebce hîn nehatine pêçan

Ji ber bandora çekên kîmyawî yên li ser xak, xelkê Helebce û paşguhxistina hikumetê, heya niha jî birînên Helebce nehatine pêçan. Xelkê Helebce li benda derman kirina birîndarên xwe, vegera zarokên xwe yên di dema Helebce de winda bûne û avakirina bajêrin

Beriya 31 salan di 16’ê Adara 1988’an di saet 11:00’an de, rejîma Baasê bi çekên kîmyawî êrîşê bajarê Helebce kir. Di encama êrîşê de 5 hezar xelkê sivîl yê Helebce şehîd ketin û nêzîkî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Li gorî berpirsyarê Saziya Ragihandina rejîma Baasê Wefiq Samerayî, di dema kîmyabarana Helebce de 50 balafir hatin bikaranîn. Her balafirek 4 bombeyên kîmyawî rakiribûn û her yek ji wan 500 kîlo gaza kîmyawî tê de hebû. Yanî bi giştî 100 hezar ton gaza kîmyawî avêtin bajarê Helebce.

Di encama kîmyabaranê de karesat û komkujiyek mezin pêkhat. Di dîrokê de bandorek mezin avakir. Helebce jî weke bajarê Hîroşîma û Nakazakî yê Japonya ku di sala 1945’an de ji aliyê Amerîkayê ve bi bombeya atomî hate bombebaran kirin.

Bandora çekên kîmyawî a li ser Helebce

Çekên kîmyawî yek ji çekên herî bi jehre. Li gorî yasaya navnetewî bikaranîna çekên kîmyawî qedexeye. Çekên kîmyawî ji bo tûnekirina bajar yan jî welatan tê bikaranîn. Bandorek mezin a nerênî li xwezayê û zindiyan dike.

Çeka kîmyawî ya li Helebce hatî bikaranîn, cara yekem di sala 1822’an de hatiye derxistin. Lê wê demê bandora wê nedihat zanîn. Heya ku di şerê cîhanê yekem de hat bikaranîn hat zanîn ku bandorek nerênî ya vê çekê heye. Ev çek ziyanê digihîne çav û bedena mirovan. Kesên ku di dema kîmyabaranê de birîndar bûyîn, piştî 40 salan jî bandora wê çekê li ser wan heye.

Gaza Xerdel xwedî bandorek nerênî a mezin. Bi salan ev gaz di laş û bedenê mirovan de dimêne û di be sedemê êş û azarên mezin. Herwiha dibe sedemê lewaziya hestî û demarê. Gaza Xerdel yek ji wan gazên ku xwecih û dimêneye. Dema ku ev gaz tê bikaranîn dikare 2 rojan bimêne û bi bandor be. Lê dema ku di werza zivistanê de ev gaz were bikaranîn, bandora xwe zêdetirî hefteyek heya mehekê zêdetir dimîne.

Di sala 2015’an de tîmek ya welatê Brîtanya ji bo lêkolînê serdana bajarê Helebe kirin. Tîma Brîtanî hinek nimûneyên çekên kîmyawî ji bin zemînê xaniyên Helebce girtin. Di encama lêkolînan de, hat dîtin ku heya niha jî bandora gaza kîmyawî li cihên nêzîk heye û maye.

Piştî kîmyabaranê Helebce

Di encama kîmyabarana Helebceyê de 5 hezar kes şehîd bûn, ji bilî wê bi hezaran kes jî birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûyîn heya niha jî dibin bandora çekên kîmyawî dene. Bandorek mezin a nerênî li ser birîndaran heye û heya niha jî bi sedan kes li benda derman kirinê ne.

Li gorî daneyên Komeleya Qurbaniyên Helebce heya niha jî zêdetirî 500 birîndarên çekên kîmyawî li Helebce hene û weke pêwîst birîndarên Helebce nehatine derman kirin.

Ji bo birîndarên kîmyabaran Helebceyê nexweşxaneyek hat avakirin. Lê 12 sale di vê nexweşxaneyê de çareseriyek nehatiye kirin û pêwîstiyên nexweşxaneyê nehatine pêşwazî kirin. Ji bilî vê ji ber bandora çekên kîmyawî a li ser kesên birîdar, gelek zarokên Helebce yên ku nû ji dayîk dibin bandora dayîk û bavên wan li ser çêdibin. Pêwîstiya vane jî bi tedawiyê hene.

Zarokên wendabûyî

Karesatek din a li Helebce pêkhatî ew bû kû di dema kîmyabarana Helebce bi sedan zarok wenda bûn. Hejmarek kêm ji van zarokên di dema kîmyabaranê de hatine dîtin, lê hêjî bi dehan zarokên wê demê wendane.

Li gorî daneyên Komeleya Qurbaniyên Helebce heya niha 74 malbatên li Helebce, li benda dîtina 179 zarokên xwe yên wendane.

Nebûna derfetê kar li Helebce

Pirsgirêkek din ya welatiyên Helebce jî nebûna derfetê kare. Herwiha weke pêwîst xizmeteke ji bo xelkê Helebce nayê kirin û bajar nehatiye avakirin. Ti pilanek ya Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo xizmetkirna bajarê Helebce û derxistina derfetê kar nîne. Ev jî bûye cihê nerazîbûna niştecihên li Helebce. Hikumeta herêmê jî ti kargehên kar li Helebce ne daye avakirin û derfetek kar ji bo welatiyan nedaye avakirin.

Nebûna derfetê kar, bandorek nerênî li xelkê Helebce dike. Ji ber bê karî gelek malbat hene bajêr terk kirine û ber bi bajarên din yên Kurdistanê ve penaber bûne. Li gorî daxuyaniya serokê Meclîsa Rêxistinên Helebce, di sala 2017’an de rojane nêzîkî 40 malbat ji Helebce penaber bûne û berê xwe dane navçe û bajarên din yên herêmê.

Di encamê de mirov dikare bêje piştî 31 salan hê jî birînên Helebceyê nehatine pêçan û xelkê Helebce li benda derman kirina birîndaran û dîtina zarokên wendane.

Çavkanî: Rojnews/Dana Omer

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar