Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Ebû Erac: Tirkiye li Idlibê rejîma Sûriyeyê diparêze

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac da zanîn ku noqteyên leşkerî yên artêşa tirk ên li Idlibê, ji bo parastina rejîmê hatine avakirin. Ebû Erac got ku Rûsyayê li Idlibê fosfora spî bi kar anî lê hemû cîhan bêdeng ma. Ebû Erac diyar kir ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê têk çûye û bang li gelê Idlibê kir ku li dijî Rûsya, Tirkiye û Îranê serî hildin

Di demên dawî de li Idlibê geşedanên girîng diqewimin. Dewleta rûs piştî lihevkirina Soçiyê, yekemîn car bajaroka  El Temaneyê bi fisfora spî topbaran dike. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku di nava çend rojên dawî de Rûsyayê li dijî  herêmên li rojavayê Rêya Navneteweyî ya Heleb-Laziqiye-Şamê zêdetirî 50 êrîşên hewayî pêk anîn. Bi destpêkirina êrîşê re jî şêniyên vê herêmê ber bi Efrînê ve koçber bûn. Têkildarî van geşedanan, Cîgirê Fermendarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan (Ebû Erac) ji ANHA’yê bi Şerîf Ebo re axivî.

Ebû Erac di serî de bal kişand ser noqteyên leşkerî yên dewleta tirk ên li Idlib û gundewarên Hema, Heleb û Laziqiyeyê û wiha got: “Ev noqteye piştî lihevkirina Astanayê ava kirin. Ev noqteyên çavdêriyê nînin. Ji ber ku rê li ber topbarana li Idlibê nagirin. Ji vê zêdetir, ji bo ku pêşî li êrîşên komên girêdayî dewleta tirk ên li dijî rejîmê bigirin, hatine avakirin. Gundewarên li başûrê rojavayê Idlibê bi temamî wêran bûne. Ji ber van êrîşên wêrankirinê de şênî koçber bûne.”

‘Rûsyayê fosfora spî bi kar anî’

Di berdewamê de jî Ebû Erac got ku dewriyeyên hevpar ên Rûsya û Tirkiyeyê ji bo rawestandina topbaranê bûn û ev nirxandin kir: “Lê berevajî vê, rejîmê çend saet piştî van dewriyeyan êrîşî herêmên rojhilatê Idlibê kir û balafiran ev herêm bombebaran kirin. Êrîş tenê bi topbaran û balafiran bisînor nema. Rûsyayê li ber çavê cîhanê bajarokê El Temaneyê bi fisfora spî bombebaran kir. Lê cîhan bêdeng ma. Heta ku dewletên mîsogerkerên Astanayê, topbaran kir. Heyet Tehrîr El Şam beşek ji lihevkirina Rûsya-Tirkiyeyê ye.”

Lihevkirina bi Tirkiyeyê re têk çû

Ebû Erac da zanîn ku li gorî lihevkirina dewleta tirk û Rûsyayê, divê Tirkiye rêya navdewletî ya Heleb-Laziqiye-Şamê  radestî rêjîm û Rûsyayê bike û rê li pêşiya bazirganiyê vebike. Ebû Erac wiha pê de çû: “Lê di demên dawî de rêyeke din a li Dîlok-Helebê kete rojevê. Tirkiyeyê sozên xwe bi cih ne anîn. Niha jî dixwaze Rûsyayê razî bike. Lê nakokiyên mezin rû didin. Ji bo ku Tirkiye vê lihevkirinê pêk bîne dem hatibû dayîn. Lê têk çû.”

Bang li gelê Idlibê kir

Herî dawî jî Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac ev tişt anî ziman: “Tirkiye hewl dide li Rojhilata Navîn û herêmên dewletên Kendavên Ereban aloziyê derxîne. Ev jî li dijî berjewendiyên dewletên herêmê û cîhanê ye. Bawerim hejmara şêniyên li Idlibê nêzî 3 milyonan e. Ji ber topbaranê jî şênî koçberî Efrînê dibin. Di nava komên Idlibê de ji tevahiya cîhanê zêdetirî 50 nasnameyên cuda hene. Ji ber vê jî ewlehiya Idlibê nepêkane. Ez bang li gelê Idlibê dikim ku li dijî lihevkirinên dewleta tirk, Îran û Rûsyayê serî hildin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar