Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Buldan: Em ê wan bişînin Enqereyê

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan têkildarî xebatên hilbijartinê li Qersê bi gel re hat cem hev. Buldan bal kişand ser namzetên AKP- MHP’ê û wiha got: “Gelê Qersê dê namzetên wan bi Ekspresa Rojhilat bişîne Enqereyê.”

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qersê bi gel re hat cem hev. Buldan li Qersê tev li şahiyek gel bû û bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Bi sedan kes di şahiyê de hatin cem hev û pankarta ‘Em ê bi hev re serbikevin’  rakirin. Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca û hevserokên HDP’ê amade bûn. Di şahiyê de namzetên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca axaftinek kurt kirin û diyar kirin ku ew dixwazin qedera Qersê biguherînin û xwestin her kes xwedî li sindoqan derkevin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî anî ziman ku bi hezaran sal in bi dehan nasname li vir bi hevre jiyan e û wiha got: “Bajarê Qersê dişibe HDP’ê. Hemû nasname bi hevre di nava hevde dijîn. Me li rêyan û kolanan nêrîn ji koncal, çahl û heriyê mirov nikare derbas bibe. Gelê Qerse dê vê feraseta koncal, çahl û heriyê bi Ekspresa Rojhilat bişîne Enqereyê. Wezîrê Ragihandinê yê AKP’î ji Qersê ye. Ez ji wî wezîrî dipirsim. Ma we qet ev bajar nedît. Nizanin gelê me li vir çawa dijî. Naxwazin van çal û koncalên Qersê bibînin. Li vir 400 trilyon deyn li pey xwe hiştine. 1.5 trilyon deynê çikolata û kahve li pey xwe hiştine. Dema gelê me di nava çahl û heriyê de dimeşin ew li cihê xwe kahwe û çîlolata dixwin û vedixwin. Keyfa xwe dikin. Gelê me dê di vê hilbijartinê de bersivê bidin û wan bişinin.”

‘Qers ji bo me gelek girîng e’

Buldan bal kişand ser namzetên Hevşaredariyê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca û wiha domand: “Bîlgen mirovekî bi wijdan e. Rêya wî vekirî ye. Em dê wekîlekî winda bikin. Lê ji bo me Qers pir girîng e. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin Qersê. Êdî namzeta jin heye. Jin dê rasterast biçin pirgsirêkên xwe ji hevşaredar Şevîn bipirsin. Êdî destê jinê dê li Qersê tev li şaredariyê bibe. Hûn dê pirsgirêkên xwe ji hevşaredarên xwe re bêjin.”

Herî dawî Buldan bal kişand ser komkujiyên Beyazit û Halepçeyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yên ku komkujî pêk anîne em ê qet wan efû nakin. Teqez em dê hesabê hiqûqî ji wan bipirsin.” QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar