Di navbera gerîlayên HPG û leşkerên artêşa tirk de li Colemêrgê şer derket. Di şer de herî kêm 2 leşker hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn
Şer û pevçûnên di navbera gerîlayên HPG/YJA Star û artêşa tirk de berdewam in. Gerîlayên HPG û YJA Starê hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hêzên artêşa tirk çalakiyên cur bi cur li dar dixin.
Li gorî agahiyan, gerîlayên HPG’ê li herêma Kanya Reş a bajaroka Rûbarok a Şemzînan a Colemêrgê li dijî baregeha hêzên artêşa tirk çalakî pêk anî. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku piştî çalakiyê di navbera gerîla û leşkeran de pevçûn derket.
Çavkaniyan diyar kir ku heta niha di pevçûnan de 2 leşker hatine kuştin û 8 leşker jî birîndar bûne. Hat zanîn ku leşkerên mirî û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Çavkaniyan destnîşan kir ku deriyê nexweşxaneyê ji sivîlan re hatiye girtin û nexweşxane hatiye dorpêçkirin. COLEMÊRG