Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Partiyên kurd: Birîna Helebceyê bi yekitiyê dikare bê pêçan

Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên kurd bi daxuyaniyên cuda yên nivîskî qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn. Di daxuyaniyan de yekitiya neteweyî hat bibîrxistin û hat gotin ku ger kurd yekitiya xwe ava nekin dê rîska komkujiyan li ser kurdan ranebe

Di 16’ê Adara sala 1988’an de rejîma Baas li ser fermana dîktator Sedam Hiseyîn bi çekên kîmyewî êrîşî navçeya Helebce ya Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê kir. Di êrîşa kîmyewî de herî kêm 5 hezar zarok, jin, pîr û kalên kurd bi hovane hatin qetilkirin. Bi boneya 31’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Tevgera Azadî daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de qurbaniyên Komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku hîn jî metirsiya komkujiyan li ser gelê kurd ranebûye.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di daxuyaniyê de bi bîr xist ku Komkujiya Helebceyê parçeyek ji Komkujiya Enfalê bû. KCD’ê komkujiyên 12’ê Adarê ya Qamişloyê, 25’ê kanûnê ya Roboskê, 3’yê Tebaxê ya Şengalê û komkujiyên Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Kerboran,  Gever û yên din ên li bajarên kurdan bi bîr xist. KCD’ê da zanîn ku ev komkujî û sûcên mirovahiyê bi desteka dewletên mêtinger-emperyal pêk hatine û wiha domand: “Gelê kurd ê li çar parçeyan jî li dijî komkujiya paşve gav neavêt û niha bi hêz û vîna xwe ji komkujeran hesab dipirse. Tekana diyardeya ku gelan û mirovahiyê heyî dike, hêza wê ya rêxistinî, demokratîk û yekitiyê ye. Kurd dê êdî destûrê nedin komkujiyên nû.”

‘Dê şehîdên Helebceyê her tim di dilê me de bin’

Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê jî têkildarî Komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê wiha ye: “Bi ser kîmyabarana Helebceyê ku bi destê rejîma berê ya Iraqê pêk hat, 31 sal derbas bûn. Di kîmyabaranê de 5 hezar hemwelatiyên me şehîd bûn û bi hezaran jî birîndar bûn. Ji birîndaran gelek hîn jî bandoreke xirap li ser e û bi wê birînê dinalin. Bîranîna vê rojê ji bilî rêzgirtina qurbaniyên gelê me, dîroka ji têkoşîn û qurbaniyên me ye. Hikûmeta herêmê ji bo jiyan, xizmeta birîndaran, kes û karên qurbaniyên çekên kîmyewî, xizmet kirine. Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşkirina xizmetguzariyeke baştir a ji bo bajarê Helebce û niştecihan wê, weke erka xwe dizane. Em li benda hikûmeta Iraqê ne da ku erkên xwe yên yasayî û exlaqî pêk bînin. Ev jî tazmînata madî û manewî yê gelê Helebceyê ye. Çawa Helebceya şehîd sembola azar û qurbaniya gelê me ye, bi heman awayî sembola berxwedêr û zindîbûna me ye. Qurbanî û ezîzên me yên şehîd ên di vê karesatê de şehîd bûn, hertim li bîra me ne û dê hertim di dilê vî gelî de zindî bimînin.”

TJA: Hilweşandina rejîmên dîktator soza me ye

Têkildarî mijarê Tevgera Jinên Azad (TJA) jî daxuyaniyek da û wiha got: “Bi ser Komkujiya Helebceyê 31 sal derbas bûn. Zelal e ku ev komkujî ji hêla hêzên emperyalîst û dewletên herêmê ve hatiye kirin. Rêya xwedîlêderketina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û hêviyên wan, geşkirin û mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinan e. Hilweşandina dîktatoriyên wekî Sedam dê girêdayîbûna me ya ji bo şehîdên Helepceyê be. Rejîma Sedam ji ber qirkirinên Enfal û Helepceyê dê di dîrokê weke şermekê bên zanîn.”

‘Dema pêçandina birînan hatiye’

Bi heman boneyê Tevgera Azadî jî daxuyaniyek da. Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha ye: “Komkujiya Helebceyê di encama şerê desthilata rejîma Baas û Îranê de pêk hat. Makîneya şerê wan bi çek û cebilxaneyên dewletên Rojava, Amerîka û Rûsyayê sûcên li dijî mirovahiyê hatin encamdan. Sûcê mirovahiyê yê li Helebceyê hatiye kirin dê tu carî ji aliyê gelê kurd û mirovahiyê ve neyê jibîrkirin. Ji Enfalê heta Helebce, Dêrsim, Şengal, Kobanê û Efrînê, komkujiyên li dijî gelê kurd her tim domiyan. Êdî dema wê hatiye ku ev birîn bê pêçan û pêşî li komkujiyan bê girtin. Ev jî tenê bi yekitiya neteweyî  ya kurdan pêkan e. Em bang li hemû kurdan dikin û dibêjin werin em hemû li Helebceya şehîdan û newroza Qendîlê banga yekitiya neteweyî bidin. Bi vê re em şehîdên xwe aram bikin û hem jî gelê xwe serbilind û serfiraz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar