Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çalakiya xwe diyarî Helebçeyê kirin

Xizmên windayan ên Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên vê heftê diyarî kesên di Komkujiya Helepçê de jiyana xwe ji dest dan, kirin. Her wiha Dayikên Şemiyê jî çalakiya xwe ya heftane pêk anîn

Çalakiyên xizmên windayan û Dayikên Şemiyê li Amed, Êlih û Stenbolê pêk hatin.

Li Amedê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ çalakiya xwe ya hefteya 527’emîn li dar xist. Endamê MYK’ê yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî, Serokê ÎHD’ê Abdullah Zeytûn, Nûnerê Herêma Anadolu yê Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdusselam Înceoren, Serok û nûnerên ÎHD’ê yên bajarên herêmê û Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayîn beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Îhsan Arslan û Alî Karagoz ên di sala 1993’yan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê sercerdevan Kamîl Atak ve bi darê zorê hatin rewandin û careke din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn.

Serokê ÎHD’ê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî û bal kişand ser Komkujiya Helepçe ya di 16’ê Adara 1988’an pêk hat. Zeytûn diyar kir ku ev roj li dijî nasname, çand û nifusa gelê kurd qirkirinek pêk hat û ev bang kir: “Divê dewleta Komara Tirkiyeyê vê sûcê nas bike. Em vê çalakiya xwe diyarî kesên di Komkujiya Helepçê de jiyana xwe ji dest dayîn, dikin.”

Li Êlihê çalakiya 433’yemîn

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHD’ê di hefteya 433’yemîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe  li dar xistin. Di çalakiyê de ji rêveberên ÎHD’ê Îlyas Tarim axivî û şehîdên Komkujiya Helepçeyê bi bîr anîn.

Pişt re sekreterê ÎHD’ê ya Êlihê Fahrettîn Asûtay daxuyanî da û wiha got: “Em çalakiya xwe ya vê heftê diyarî Komkujiya Helepçeyê dikin. Ev komkujî, di rastiyê de jenosîdek e.”

Dayikên Şemiyê aqûbeta Alî Kirlangiçli pirsîn

Dayikên Şemiyê jî ji bo aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 729’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Lê polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kirin. Li ser astengkirina polîsan Dayikên Şemiyê li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Dayikan di çalakiya vê heftê de aqûbeta Alî Kirlangiçli yê di 7’ê Adara 1993’yan de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn û ji bo wî edalet xwestin.

‘Bi kesayetiya xwe ya şoreşger nemir bû’

Piştî xwendina serpêhatiya Alî Kirlangiçlî, nameya birayê Kirlangiçlî Îsmaîl Kirlangiçli ya ji çalakiyê re şandibû hat xwendin. Di nameyê de ev tişt hatin gotin: “Dema birayê min Alî Kirlingiçli, ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve hat binçavkirin, weke ku hatiye binçavkirin, derbasî qeydan nekirin û agahî nedan me. Hemû hewldanên me yên lêpirsînê vale derketin. Ev 26 sal in, em derbarê rewşa birayê xwe de bi fikar in. Gelo çi li birayê min hat? Ma ez ê kê ji kî bipirsim? Gelo ez ê birayê xwe Alî ji kê bipirsim. Deriyên ku me lê nexist nema. Di ser de 26 sal derbas bûn. Hîn di hûndirê me de, birîna ‘gelo dibe ku Alî sax be’ zindiye. Birayê min yek ji qehremanên têkoşerên şoreşger ê bê nav bû. Birayê min di dîrokê de wisa cihê xwe girt. Birayê min Alî yê kevireke gora wî jî tuneye, bi  kesayetiya xwe ya şoreşger nemir bû.” AMED / ÊLIH / STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar