Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hunera derewan û Tayyîp Erdogan

Ger mirov geşedanên demên dawîn ên li Tirkiyeyê û daxuyaniyên serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan mêze bike dibîne ku hikûmeta tirk hem li Tirkiyeyê û hem jî di qada navneteweyî de pir tengav bûye. Rewşa heyî ya Tirkiyeyê nikare bi analîzên zanistî were şîrovekirin. Siyaseta dewleta tirk û hikûmetê di nav nakokiyên pir cidî de ye.

Ji bo xwe ji rewşa heyî rizgar bikin serî li derewan didin. Siyaseta Erdogan bi derewan dest pê dike, bi derewan dewam dike û heta kêliya dawîn jî derewan dike. Êdî hatiye wê astê ku hemû gotinên Erdogan wekî derew tên dîtin.

Di destpêka Bihara Ereban de Erdogan her tim behsa demokrasiyê, parastina nirxên mirovahiyê dikir. Gelek kesen jê bawer kirin û navê ‘xelîfe’ lê kirin. Wisa bawer dikirin ku Erdogan dê Xezayê rizgar bike û cihûyan jî biavêje behrê. Di esasê xwe de dengvedana wî ji dûrî pozê wî nediçû. Dema daxuyanî dida dilê derdorê xwe hênik dikir û piştre wan kesan didîtin ku ew gotin wekî kevirekê serê wan dikeve.  Ev qareqara wî tenê ji bo rizgarkirina şexsê xwe bû.

Hevesa Erdogan li Sûriyeyê dest pê kir, piştre li Iraq, Qudus û welatên Ewropayê dewam kir. Gelek caran bi şantaja penaberan Ewropa tehdît dikir. Carnan behsa rizgarkirina Qudusê dikir û carnan jî kuştina rojnamegerekî ku endamê Îxwan-î Muslîmîn e wekî amûr û bazara siyasetê bi kar anî.

Ji bo Erdogan amûra herî mezin a şantajê DAIŞ bû lê DAIŞ jî binket û têkçû. Demek berê piraniya cografyaya Sûriye û Iraqê di destê wan de bû lê niha nefesa xwe ya dawîn didin. Xwe wekî dewlet pênase dikir lê piştî berxwedana Kobanê wekî kevirên domîno bajar û navçeyên di destê wan de bûn yek bi yek ketin.

Di şexsê vê dewleta çete de hemû dewletên ku piştgirî didan vê dewletê bi bin ketin.  Têkçûnê DAIŞ’ê bandora xwe li ser îktîdara AKP’ê û Tayyîp Erdogan kiriye û ew jî ditirsin ku bin bikevin. Dixwazin xwe ji xurifandinê rizgar bikin, lê nexweşiyê ketine û êdî xilasbûna wan ne mimkun e. Pêwîst e ev nexweşên îktîdarê bên îzolekirin, da ku nexweşiya wan derbasî kesên din nebe.

Hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di dawiya vê mehê de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên lidarxistin bûye xema Erdogan ya herî mezin. Ji bo di hilbijartinan de bi ser bikeve herkesî tehdît dike û bi terorîstbûnê tavanbar dike. Di serdema hikûmeta AKP’ê de hemû Tirkiye bûye zindaneke mezin û ji ber ku kurd li dijî vê siyasetê de her roj tên girtin. Jiyan li welatiyên Tirkiyeyê hatiye herimandin û gelek kes dixwazin birevin derveyî welat. Di heman demê de girseyeke mezin jî li hemberî zext û zordariyên Erdogan li ber xwe didin.

Em dikarin bibêjin ku hilbijartinên 31’ê Adarê dê bibe çirûska têkçûna AKP’ê û dê pişta Erdogan bişikîne. Di nav sînorên Tirkiyeyê de gel ji vê îktîdarê bêzar bûne, welatên cîran ji vê siyasetê razî nîn in û gelek dewletên ereban û cîhanê ji vê siyasetê aciz bûne.

Gefên li hemberî bakûrê Sûriyeyê, Idlibê û heta Behra Spî êdî feyde nake. Ne kurd kurdên berê ne û ne jî ereb erebên berê ne. Nemaze jî gelê Misrê rastiya dewleta tirk baştir nas kirin. Êdî dema qareqarên Erdogan derbas bûye, nema kesekî bitirsîne. Hem li Tirkiyeyê û hem jî li seranserê cîhanê gelek kes ji Erdogan re dibêjin na û êdî bes e. Planên wî bin dikevin û amûrên wî yên wekî DAIŞ’ê ber xilasbûnê ye. Êdî Erdogan tenê bûye hêmaya deng û neçarî têkçûnê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar