Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedan di roja 130’yemîn de ye

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 130’yemîn didome. Nasir Yagiz 117 roj in, li dehan girtîgehan dîlên azadiyê 92 roj in, 14 çalakgerên li Strasbourgê û Îmam Şîş jî 91 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 130’yemîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 117 roj in didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 91 roj, çalakiya koma ewil a girtiyan ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 92 roj in didome. Di 1’ê adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin di roja 17’emîn de didome.

Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP’a Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8’ê adarê de parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiyê bûn. 4 çalakger hatin girtin û 3 çalakger jî di 13’ê adarê de cara duyemîn hatin binçavkirin. Çalakgerên girtî û di binçavan de jî çalakiya xwe berdewam dikin.

Sedat Akin û Gurbet Ekîren li malê di grevê de ne

Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 70’emîn de berdewam dike.  Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’ê çileyê de dest bi grevê kir û di 8’ê adarê de hat berdan di roja 62’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.

Fadîle Tok 57 roj in di grevê de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok jî di roja 57’an de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê kanûna 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 92’an de ye.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar