Li bajarê Vasteras ê Swêdê ji bo bîranîna ermenî, asûrî-suryaniyên di qirkirina 1915’an de jiyana xwe ji dest dan bîrdarî tê çêkirin
Ev demeke dirêj di rojevê de bû ku li bajarê Vasterasê yê gelek asûrî-suryanî lê dijîn, şaredarî bîrdariyê çêbike. Partiya Xiristiyanên Demokrat bi pêşniyarpisekê xwestibû ku bîrdariyeke ji bo bîranîna kesên di qirkirina 1915’an de hatin qetilkirin bê çêkirin.
Şaredarê Vastera ê ji Partiya Karkerên Demokratên Sostyal Anders Teljeback, Alîkarê Şaredarê ji Partiya Lîberal Jesper Brandberg, Serokê Koma Partiya Navendî Vicki Sukure-Eriksson û Seroka Koma Partiya Keskan Anna Thunell, bi daxuyaniyeke hevpar a çapemeniya xwecihî, ragihandibûn ku dixwazin bîrdariyeke komkujiyê çêbikin lê belê ji ber sedemên hiqûqî nekarîne di meclîsa şaredariyê de biryar bidin.
Kesên navborî dan zanîn ku heke kes an jî sazî eraziyên xwe yên şexsî ji bo mijarê bidin, wê bîrdarî bê çêkirin.
Li ser banga rayedarên partiyan, dêrê bersiv da. Bi navê Pîskoposê Vasteras Mikael Morgen û Serokê Konseya Dêran Jorgen Eklund gotarek li çapemeniya Swêdê hate weşandin û hate gotin, ew amade ne ku ji bo bîrdariyê eraziyê dêrê bidin.
2015’an bi boneya salvegera 100’emîn ya qirkirinê Meclisa Bajar a Norrkoping, biryar dabû ku li navenda bajêr bîrdariyeke qirkirinê bê çêkirin.
Piştî ku mijar di çapemeniyê de cih girt, şaredarê Norrkopingê Lars Stjernkvist diyar kiribû ku sefîrê Tirk ê wê demê bi telefonê lê gerabû ku zext lê kiribûn.
Piştî ku ev zextên sefîrê tirk pêk nehatibûn, Partiya Karker a tirk, serokê wê û derdorên nijadperest xistibûn dewrê û xwestibûn zextan çêbikin.
Parlamentoya Swêdê sala 2010’î qebûl kiribû ku ermenî, asûrî-suryanî û rumên Pontus hatine qirkirin. Lê belê hikumeta rastgir ya demê biryar nexistibû meriyetê.
Rêxistin û saziyên ermenî, asûrî-suryaniyan her carê mijarê tînin rojeva parlamento û raya giştî û ji hikumetê dixwazin ku biryara parlamentoyê girtî pêk bînin. STOCKHOLM