Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sonmez: Aboriya Tirkiyeyê dê biçûktir bibe

Aborînas  Mustafa Sonmez da zanîn ku li gorî geşedanên rû didin, aboriya Tirkiyeyê dê di sala 2019’an de jî biçûk bibe. Sonmez diyar kir ku hikûmet bi rêya cihên tanzîmê re hewl dide krîza heyî veşêre û di hilbijartinê de biserkeve. Sonmez diyar kir piştî meha nîsanê fatureyeke giran li benda gel e

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK) demek berê daneyên mehên cotmeh û kanûnê yên sala 2018’an parvekirin. Li gorî daneyên TUÎK’ê, aboriya dewleta tirk di çaryeka dawî de ji sedî 3 teng bû. Li gorî daneyên TUÎK’ê, mezinbûna salane ku li gorî rêbaza hilberîna giştî ya 4 serdeman tê diyarkirin, di sala 2018’an de li gorî salên berê ji sedî 2,6 zêde bû. Li gorî rêbaza hilberînê, bi fiyetên hilewesa Dahata Nesafî ya Navxweyî (GSYH) di sala 2018’an de li gorî salên berê ji sedî 19.1 zêde bû gihaşt 3 trîlyon û 700 milyar û 989 milyon TL yan. Dema tiştên ku GSYH’yê pêk tînin tên vekolandin tê dîtin ku hêzahiya lêzêdebûyî ya endeksa hecmê ya 2018’an  a sektora çandiniyê ji sedê 1.3, ya sektora pîşesaziyê ji sedî 1.1, ya sektora ji sedî 1.9 teng bûye. Lê derket holê ku dema TUÎK’ê GSYH hesab dikir, kura dolar a sala 2018’an 10 quriş kêm hesab kiriye. Der barê mijarê de aborînas Mustafa Sonmez ji MA’yê re axivî.

Sedemên biçûkbûna aboriyê

Mustafa Sonmez got ku ji sedî 3 biçûkbûna aboriyê ya di çaryeka çaremîn a sala 2018’an de ji bo wî ne surprîz bû û wiha domand: “TUÎK’ê da zanîn ku bi hinek revîzyonan re mezinbûna aboriyê derxistiye ji sedî 3’yan. Li gorî texmînan ji sedî herî kêm 4 bû. Ji çaryeka beriya vê ev 3 çaryekin ku aboriya Tirkiyeyê biçûk dibe. Îxtîmaleke mezine ku dê ev biçûkbûn di sala 2019’an de jî bidome. Ji ber ku geşedaneke ku vê rewşê biguherîne xuya nake. Di hundirê welat de mezaxtin kêm bûye. Ji ber ku dahata wan ji enflasyonê pir kêmtire. Di hêla bikaranîna krediyan de jî hem banqe krediyan nadin û hem jî faîzên wê pir zêde ne. Ji ber ku daxwaza ji hundirê welat kêm bûye, di dest de tenê îxracat dimîne. Lê di îxracatê de jî hevrikiya pîşesaziyê ya Tirkiyeyê pir qels bûye. Êdî mîna berê biyanî pere bi deyn nadin û ji bo razemeniyê nayên. Tirkiyeyê bi rîsk dibînin. Ji ber van sedeman jî îxtîmale ku biçûkbûna aboriyê îsal jî bidome.”

Enflasyona zêde

Sonmez diyar kir ku hêza kirînê ya civakê heta asta hêza kirînê ya sala 2007’an daketiye û wiha pê de çû: “Enflasyon bi qasî ku di nava 15 salan de nehatiye dîtin, zêde bûye. Di serî de xurek, desthilatî êdî nikare enflasyonê kontrol bike. Desthilatiyê nekarî fiyatên dovîzê kontrol bike. Ji ber vê jî maliyeta tiştên ku ji derve ketin welat, zêde bû. Vê maliyetê jî bandor li berhemên pîşesaziyê kir. Maliyeta berhemên pîşesaziyê jî bandor li piyasayê kir. Enflasyon heta ji sedî 20 û 25’an derket. Di demekî ku fiyat ewqas zêde bûn de mûçeyê kêmtirîn tenê ji sedî 20 zêde kirin. Li Tirkiyeyê demekê pir dirêj welatiyan dahata xwe ne li gorî budçeya xwe, bi deynkirinê îdame dikir. Bi sînorkirina krediyan re jî krîza heyî bêhtir derket holê. Hem dahata welatiyan kêm bû û hem jî pêşî li deyndariyê hat girtin.”

‘Desthilatî şovê dike’

Di berdewamê de jî Sonmez anî ziman ku desthilatiya AKP’ê hewl dide ku bi noqteyên tanzîmê re rê li ber zêdebûna fiyetan bigire û wiha domand: “Hikûmet dibêje ‘li dijî bihabûnê têdikoşim.’ Lê di hundirê wan konên mezin de tenê çend qase hene. Li ser konan jî bi tîpên mezin ‘em li dijî enflasyonê têdikoşin’ nivîsandine. Ev hemû şov in û ji bo hilbijartinê ne. Dê bi tu awayî tesîrê li fiyetan neke. Her wiha zebze û fêkiyên li vir bi xisarê tên firotin û dê ev xisar li budçeyê bê nivîsandin. Ango dê dîsa civak vê zirarê bide. Sedema zêdebûna fiyetan îhmalkirina çandiniyê ye. Astengkirina çandinî û sewalvaniyê ye. Niha Tirkiye nikare xwe têr bike. Sedemên wê yên kûr hene.”

‘Tekane derdê AKP’ê hilbijartine’

Sonmez daxuyand ku desthilata AKP’ê beriya her hilbijartinê di warê aborî de hin sozan dide û ev nirxandin kir: “Derdê desthilatiyê krîza aborî nîne. Derdê wan ew e ku dê ji niha û pê ve çi bibe. Ango naxwazin di hilbijartinê de têk biçin. Ji bo têk neçin jî dixwazin bi tiliyan hunguv têxin devê xizanan. Desthilatî naxwaze di vê hilbijartinê de winda bike. Ji bo vê jî tiştên ku divê neke niha dike. Ango tiştên dikin ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî ye, berovajî vê girtina ser van pirsgirêka ye. Niha ji bo demeke kurt pirsgirêkan dinuxumînin. Lê dê ji nîsana sala 2019’an ve fatûreyeke pir giran derkeve holê.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar