Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê bîlançoya Şerê Tunekirina Terorê parve kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya qonaxa Şerê Tunekirina Terorê parve kir. HSD’ê da zanîn ku di çarçoveya qonaxê de heta niha 34 hezar sivîl hatine rizgarkirin, 5 hezar çete teslîm bûne û hezar û 306 çete jî di pevçûnan de hatine kuştin

Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya ku şervanen Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji bo rizgarkirina bajaroka Hecîn a Dêrazorê û gundewarên wê daye destpêkirin, didome. Di çarçoveya pêngavê de HSD’ê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin û çete niha li gundê Baxoz ê Hecînê di qadekî pir biçûk de asê mane. Der barê encamên şer û pevçûnan de, HSD’ê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî  ji hêla berdevkê HSD’ê Kîno Gabriyel ve hat xwendin. Gabriyel da zanîn ku hêzên wan operasyonên xwe yên ji bo têkbirina terorê ku di 9’ê çileya sala 2019’an de ji nûve dabû destpêkirin, didomîne. Gabriyel destnîşan kir ku di van operasyonan de hêzên wan serkeftinên mezin li dijî DAIŞ’ê bi destxistin û DAIŞ di erdnîgariyeke biçûk de asê maye.

Sivîlên hatin rizgarkirin

Di berdewamê de jî Gabriyel diyar kir ku piştî hêzên wan bi hezaran sivîlên ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn rizgar kirin, rêxistina terorîst di nav gund de hate dorpêçkirin û wiha domand: “Hêzên me di bejahiyê de û koalîsyona navdewletî ji hewayî ve derbên giran li çeteyan xistin. Beşek mezin ji endamên rêxistina terorîst û malbatên wan xwe radestî hêzên me kirin. Ji aliyekî din ve bi sedan çete hatin kuştin û birîndar bûn.”

Daneyên şer û pevçûnan

Berdevkê HSD’ê Kîno Gabriyel daxuyanî bi van daneyan bi dawî kir: “Di encama qonaxê de heta niha 29 hezar û 600 kesan xwe radestî hêzên me kir. Di nava van de 5 hezar jê terorîstin. Ên din jî malbatên çeteyan in. Ji terorîstan 520 jê ji hêla hêzên me yên taybet ve hatin girtin. Bi giştî 34 hezar sivîl ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Hezar û 306 terorîst hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di şer de 82 şervanên me şehîd bûn û 61 şervanên me jî birîndar bûn.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar