Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Banga dayikan bibihîzin’

Nobeta duh li avahiya HDP’ê ya Amedê ku bi armanca piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê dest pê kir, berdewam dike. Di roja duyemin a nobetê de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz  axivî û wiha got: “Em bang li Emîne Erdogan dikin. Çavê xwe veke hal û dengê van dayikan bibîne.”

Çalakiyên greva birçîbûnê ya li avahiya HDP’ê ku di 3’ê adarê û 8’ê Adarê de bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê dest pê kir berdewam dike. Di 3’ê adarê de parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û 5 welatiyan dest bi grevê kiribûn û 4 welatî piştî 2 caran hatibûn binçavkirin hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam dikin. Di 8’ê adarê de jî parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Murat Sarisaç jî bi heman armancê li gel 2 welatiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştre 3 welatiyên ku hatin berdan dîsa hatin binçavkirin 4 rojin di bin çavan de çalakiya xwe berdewam dikin. Duh li avahiya HDP’ê ya Amede 150 kes bi armanca piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê û dengê xwe bilind bikin dest bi nobeta grevê kiribûn. Nobeta çalakgeran di roja 2’yemîn de berdewam dike.

Di roja duyemîn de bi tevlêbûna 100 siyasetmedar, dayikên meclisa aştiyê û xizmên girtiyan nobet didome. 100 kesên ku nobet ji koma yekem dewir girtin, li salona konferansê ya Vedat Aydin bi daxuyaniyê nobet dewir girtin. Xizmên girtiyan û dakiyên aştiyê ku nobet dewir girtin daxuyanî dan û xwestin rayedar deng û rewşa dayikan bibînin. Di daxuyaniyê de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz diyar kir ku çalakiya di pêşengiya Leyla Guven de dest pê kir îro li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: “Ev berxwedan dê bigêje armanca xwe. Ez dayika girtiyan im. Em li dijî zilm û zordariya li ser zarokên xwe îro li vir in. Em li pişt zarokên xwe ne.”

Bang li Emîne erdogan kirin

Kudret Eryilmaz, bang li hevjina serokomar Emîne Erdogan kir û xwest çavê xwe veke û wiha got: “Ez wekî dayikeke bang li Wezîre Dadê dikim. Demek berî demeke tecrîdkirina birêz Ocalan  bi dawî bikin. Bila agahiyên şehadetê ji girtigehan dernekevin. Em dayik in. Bila dilê dayikan neşewite. Bila zarokên me bijîn. Me mezin kir ne ji bo li zindanan jiyana xwe ji dest bidin. Emîne Erdogan jî dayik e. Em dibêjin çavê xwe veke û hal û dengê van dayikan bibihîze. Ger ku tu dayik be demek berî demekê vê tecrîdê rake bila zarokên me azad bibin û tecrîd bi dawî bibe.”

‘Ev berxwedan dibe destan’

Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel jî anî ziman ku dê çalakiya xwe serkeftî bi dawî bikin û wiha got: “Dayikên me du rojin ji bo ji girtîgehan agahiyên xerab nestînin bang li wîcdanan dikin. Ev berxwedana ki pêşengiya Leyla Guven de dest pê kir û îro bi hezaran girtî tev lê bûne destanê dinivîse. Ev berxwedan dê bibe destana dîrokî. Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê. Tecrida li ser birêz Ocalan dê bi dawî bibe. Dengê aştî û çareseriyê dê li hemû cîhanê belav bibe. Divê hemû gelê kurd jî li hemberî van daxwazan û çalakiyan hestiyar tev bigere. Em bi ruhê Newrozê li berxwedana zindanan xwedî derkevin. Divê ev wîcdan qerîna Leyla Guven û hezaran girtiyan bibhîzin û têkevin nava tevgerê. Ev daxwaz mafdar û hiqûqî ne. Ji ber vê yeke dê bigêje serkefitnê.”

‘Gelê kurd tirs ji ser xwe avêtiye’

Temel di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê kurd êdî tirs ji ser xwe avêtiye û zextên li ser gel û çalakgeran bê fêde ye û wiha bi dawî kir: “Dixwazin bi zextan vê berxwedanê tune bikin. Yên li kolanan dengê xwe bilind dikin wan bêdeng dikin. Bi ser avahiya partiya me de digirin û dixwazin çalakiyê bitepisînin. Lê gelê kurd ev tirs çirantiye û ev tirs êdî fêde nake. Ev dengê azadiyê ye. Bi zextan nikarin rê li pêş dengê azadiyê bigirin. Em bi ruhê Newrozê bang li tevlêbûna berxwedanê dikin’

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar