Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Dadgehê ji bo çalakger Yûsûf Ateş biryara girtinê da

Endamê HDP’ê Yûsûf Ateş, Salîh Cansever û Abdulhalîk Kurt ên li avahiya HDP’ê ya Amedê ketin greva birçîbûnê û di 14’ê adarê de cara sêyemîn hat binçavkirin, sewqî edliyê kirin. Heyeta dadgehê piştî li ifadeya Yûsûf Ateş guhdar kir der barê wî de biryara girtinê da. Endamên HDP’ê Salih Cansever û Abdulhalik Kûrt jî serbest berdan

Di 3’ê adarê de Parlementera HDP’ê Dersim Dag û 5 endamên HDP’ê dest bi grevê kiribûn. Polîsan 5 endam binçav kirin û piştî 4 rojan serbest berdan. Di 8’ê adarê de li gel Parlamentera HDP’ê Dersim Dag, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalîk Kûrt û Yûsûf Ateş li avahiya HDP’a Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalaki berdewam kirin. Dîsa polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt û ji xeynî parlementerên di greva birçîbûnê de 7 çalakgerên din binçav kiribûn. 7 çalakgerên ku di 8’ê adarê de hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Li dozgeriyê Abdulhalîk Kûrt, Yûsûf Ateş û Salîh Cansever hatin berdan û Sevîcan Yaşar, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgerçer jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê biryara girtina wan da.

Di serdegirtina duyemîn de Abdulhalik Kurt, Yûsûf Ateş û Salih Cansever di 12’ê adarê de serbest hatibûn berdan û dîsa li avahiya HDP’ê çalakia xwe berdewam kiribûn. Polîsan di 14’ê adarê serê sibê dîsa bi ser avahiya HDP’ê ya Amedê de girtibû û Salih Cansever, Abdulhalik Kurt ve Yûsûf Ateş, binçav kiribûn. Endamên HDP’ê îro sewqî edliyê kirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 3 kes sewqî dadger kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê ” Yûsûf Ateş girt û Cansever û Kurt jî hepsa malê dan wan û berdan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar