Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakger Ektîren: Piştgirî hêzê dide berxwedêran

Berxwedêra greva birçîbûnê Gurbet Ektîren a ji girtîgehê hat berdan, li mala xwe ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê berdewam dike, piraniya roja xwe bi şopandina nûçeyên girtîgehan derbas dike. Ektîren a bi telefonê bi Leyla Guven re axivî û diyar kir ku hemû daxuyaniyên li ber girtîgehan tên dayîn, hêzê didin girtiyan

Gurbet Ektîren a li girtîgehê di 15’ê çile de, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û di 8’ê adarê de hat berdan, li mala xwe ya li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe didomîne. Ektîren a gelek kes diçin serdana wê, hevalên wê Melîha Kiran û Yuksel Oguz ên di sala 2016’an de bi hevre li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê mabûn, lê mêze dikin. Ektîren di saetên serê sibê de ji xewê şiyar dibe û nêzî 15 deqeyan li berbank mala xwe dimeşe. Ektîren piştre, av û vîtamînên pêwîst vedixwe û dest bi rojê dike. Ektîren, piraniya roja xwe bi şopandina nûçeyên girtîgehan derbas dike û ji bo kesên tên serdana wê jî derbarê armanc û girîngiya çalakiya xwe de wan agahdar dike.

Leyla Guven bi telefonê lê geriya

Ektîren diyar kir ku li ser telefonê bi Hevseroka KCD’ê Leyla Guven re axiviye û wiha got: “Leyla Guven bi telefonê li min geriya. Min ji wê pir hêz girt. Dema min dengê wê bihîst ez ecêp bûm. Ez nizanim çawan vebêjim. Dîsan ji bo telefonên Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan û Parlamentera HDP’ê Dersim Dag ên li avahiya HDP’ê ya Amedê di çalakiyê de ne, pir keyfxweş bûm.”

Li gel van hemûyan Ektîren rojê 2 lître avê vedixwe û kontrola tenduristiya wê ji aliyê Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) vê tê kirin. Rewşa tenduristiya Ektîren başe û tu pirsgirêkên cîdî tuneye.

Ektîren destnîşan kir ku ew bi biryardarî çalakiya xwe berdewam dike û wiha got: “Ez ji bo hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de ne, silavên xwe dişînim. Ez dixwazim hemû kes xwedî li çalakgeran derbikevin. Çalakiya me, dê bi serketinê bi encam bibe û di vî warî de qet gumana min tuneye. Em dixwazin ku girtî çalakiya xwe berdewam bikin. Hemû daxuyaniyên li ber girtîgehan tên dayîn, hêzê didin girtiyan. Ji ber vê çalakiyên li ber girtîgehan pir girîngin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar