Ji Newroza îsal re 3 roj man. Beriya pîrozbahiya Newroza dîrokî rojnamegerên bi salan e pîrozbahiya Newrozê dişopînin û dibin şahidê pîrozbahiya Newrozê, çavdêriyên xwe yên li ser Newrozê anîn ziman. Rojnamegeran diyar kirin ku Newroz bedena heviya bi înat e û tevî hemû zext û zordariyan tê pîrozkirin
Newroz ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn destpeka baharê ye. Rojek nû ye. Roja ku gel ji bin zilm û zordariyê derdikeve û roja ji zaliman xelas dibe. Roja sembola azadiyê ye. Ji nûve jiyan e. Ji roja gelê kurd ji zilma Dehaq rizgar bû û Kawa agirê serhildanê geş kir heta niha gelê kurd her sal Agirê Newrozê geş dikin û vê rojê pîroz dikin. Her sal kurd bi coşek mezin û şahiyek rengîn Newrozê pîroz dikin. Di salên 1990’î de li gel Newroz hatin qedexekirin jî gelê kurd ji bo pîrozbahiya Newrozê sînga xwe dan ber guleyan û dîsa li Nisêbîn, Cizîr, Hezex û Şirnexê Newroz pîroz kirin. Piştî kurdan di salên 1990-2000’î de tevî hemû astengî û qedexeyan Newroz pîroz kir, piştî salên 2000’î bi tevlêbûna sed hezaran û milyonan Newroz bi coşa herî mezin û dîrokî pîroz kirin. Di cîhanê de herî zêde gelê kurd li qadên herî mezin bi coşên herî xurt û girseyî Newroz piroz kirin û kirin wekî mihrîcanê. Rojnamegerên ku bûn şahidên Newrozên salên 90’î û niha Mahmut Bozarslan, Vecdî Erbay û Faruk Balikçi biryara gelê kurd a pîrozbahiya Newrozê anîn ziman.
Rojnameger Mahmut Bozarslan diyar kir ku berê dema digot Newroz rageşî, tirs, stres zede dibû wiha got: “Ji ber ku Newroza di salên 1990’an de hat pîrozkirin tu carî ji aqilan naçe. Pirozbahî hatibûn qedexekirin. Piştî Newroza 1990’an beriya 21’ê Adarê hemû çapemeniya Tirkiye û cîhanê li Amedê kamp datanîn. Di şevê 20’ê Adarê de saziyên civakî kokteyla Newrozê amade dikirin, li aliyê din li taxan bi awayekî korsan Newroz dihat pîrozkirin. Di roja 21’ê Adarê de jî ne cuda bû. Rojnamegeran bêtêlên polisan guhdar dikir û diçin li taxan pîrozbahiyên li taxan dişopandin. Dema em û polîs diçûn cihê pîrozbahiyê tenê lastîk û xwerila wan hebû û pîrozbahî qediya bû. Di salên 90’an de hefteyek berê li lastikvanan digeriya û teker kom dikirin. Lastîkên kevn kom dikirin û li ser tekerciyan zîmet dikirin.”
Bozarslan, anî ziman ku piştî salên 1990’i li qada Batikendê bi dizî Newroz dihat pîrozkirin û wiha axivî: “Midûrê polîsan Gaffar Okkan ê hat kuştin yekem hatibû ser kar. Her çend destûra fermî neda jî nehişt ku polîs mudaxale bikin. Li gora agir govend dihat gerandin. Piştre komekê xwest bimeşin û qiyamet rabû. Koma meşiyan li kolanên Rezan belav bû û di nava koman û polîsan de bi saetan pevçûn derket. Di bûyere de gelek kes birîndar bûbûn. Her çend piştre ji bo pîrozbahiya Newrozê qada Fuarê ya 10 kilometre dûrî bajar destûr hatibû dayîn jî kesî guh neda dûrbûnê û herikîn qada Newrozê. Kom bi kom bi hezaran û deh hezaran li qada Newrozê kom bûn. Trafik kilît bû. Mirov ji maşîneyan daketin û bi kîlometreyan meşiyan qada. Ji ber qad dûr bû di saetên serê sibê de gel ji mal derdiketin û berê xwe didan malbatê.”
‘Gel bariyer hilweşandin û ket qadê’
Bozarslan bal kişand ser Newroza 2012’an ku li gel hat qetexekirin û wiha got: “Di sala 2012’an de pîrozbahiya li Qada Parka Newrozê pîrozbahî hatibû qeexekirin. Lê gel bêtir bi organîze Newroz pîroz dikir. Bi girseyî piroz dikir. Sal bi sal tevlêbûna qada Newrozê zêde dibû. Pişti qat qedexe kirin, gel qedexe nas nekir û ji çar aliyan herikîn qadê. Barîkat û astengiyên li pêş xwe hilweşandin û derbasî qada Newrozê bûn. Gel barîkatên pêş dika Newrozê jî hilewşandin û derketin ser dika pîrozbahiyê. Dîsa rengên kesk, sor û zer bilind kirin. Alên PKK’ê ji qadê kêm nebûn. Newroz her tim bi nasnameya xwe ya siyasî hat pîrozkirin û mohra xwe li rojevê da. Piştî newroz li Parka Newrozê ya Rezan hat pîrozkirin, bêtir bi plan, organîze û bi tevlebûnek xurttir hat pîrozkirin. Cilên neteweyî êdî bêtir rekabet girt. Rengên kesk, sor û zer bêtir hatin firotin. Di 2012’an de her çend destûr nehat dayîn jî dîsa gel astengi nas nekir û bi sed hezaran pîroz kir.”
‘Di 2013’yan de çavê cîhanê li Amedê bû
Bozarslan, anî ziman ku Newroza 2013’an pir bi meraq dihat payîn û wiha lê zêde kir: “Bi salan Newroz dihat pîrozkirin. Lê di medya navendî de cih nedigirt. Lê di Newroza 2013’an de nêzî 20 weşanên zindî hatin qadê û Newroz şopand. Çavê hemû cîhanê li Newroza Amedê bû. El Cezire bi 8 ekiban Newroz şopand. Çavê cîhanê li ser Newroza Amedê bû. Ji ber ku dê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya der barê çareseriyê û pêvajoya çekberdana PKK’ê bihata xwendin. Beriya peyam bê xwendin baran zêde bariya. Lê dema peyam hat xwendin roj derket. Vê yekê nîşan da ku dê pêvajo ber bi başiyê ve biçe.”
Bozarslan, anî ziman ku di Newroza 2017’an de jî bîranîna bi êş a kuştina Kemal Kurkut di hiş û aqilan de ma.
‘Newroz bûye bedena hêviya bi înat’
Rojnameger Vecdî Erbay jî anî ziman ku bû şahidê kesên li hewşa mala xwe agirê Newrozê geş kirin û di ser agir de gav kirin û wiha got: “Di tariya şevê de li ser girên gundê xwe bi lastîkan Agirê Newrozê geş kirin. Min kesên ku ji ber dûxana agir ruyê wan reş bûbû û dema leşker dihat xwe ji ser gir berdida nava gund û vedişartin dît. Ji ber ku wê demê Newroz qedexe bû. Newroz bûbû bedena heviya kesên bi înat. Piştî hemû astengî û qedexeyan pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Piştî Pîrozbahiya Newrozê serbest bû Newroz wekî karnavalê hat pîrozkirin. Êdî rojnameger, nivîskar, hunermend û kesên navdar hatin tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Ketin pêşbirga tevlêbûna protokolê. Piştî Kemal Kurkut hat kuştin, êdî her Newroz wêneyê kuştina Newroz tune hiş û aqilan. Newroz ji Kawayê Hesinkar heta niha bi ruhê berxwedan hestera kesên jiyana xwe ji dest dane tê pîrozkirin.”
Polîsan gule li ser rojnamegeran reşand
Rojnameger Faruk Balikçi ku ji sala 1983’an heta niha li Amedê rojnamegeriyê dike jî anî ziman ku bûye şahidê Newroza Cizîrê û wiha got: “Me alên spî rakir. Di Newroza Cizîrê de polîsan li ser rojnamegeran gule reşandin. Polîsan ji panzêrê gule berdan rojnameger û nûçegîhanê Sabahê Îzzet Kezer bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Ez jî bi zorê xelas bûm. Ji sala 1990’î heta 2000’î hemû Newroz hatin qedexekirin. Tevî hemû qedexeyan gelê kurd daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Kurd dîsa daketin qadên Newrozê û peyam dan cîhanê. Mirovan bi înat çûn Newroz pîroz kirin. Mirin jî hebûya dîsa çûn Newroz pîroz kirin. Ji ber vê yekê divê Newrozên borî tu carî neyên ji bîr kirin. Berê çûyîna Newrozê wêreki dixwest. Yên diçûn Newrozê mirin didan ber çavan û diçûn pîroz dikirin. Kurdan bi têkoşînê Newroz bi dest xist.”
Newroza îsal dê bêtir bi bandar be
Balikçi anî ziman ku Newroza îsal dê bêtir bi bandor be û wiha bi dawî kir: “Niha kesekî rexne dike tê binçavkirin û girtin. Astengî û qedexe pir zêde ye. Li hemberi vê yekê hêrs û bêzariya gel pir zêde ye. Li hemberî van zextan bertek jî zêde ye. Tayinkirina qeyûman, gitina parlamenteran, wêdekirina kurdan de bibe sedem ku îsal kurd bi tevlibûnek xurttir Newrozê pîroz bikin.” AMED