Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbata Zulkuf Gezen serdozgerî derewand

Apê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedaî pêk anî Ahmet Gezen diyar kir ku daxuyaniya Serdozgeriya Tekîrdagê ji rastiyê dûr e û wiha got: “Li gorî ku parêzeran agahî ji girtîgehê girtiye, Zulkuf çalakiya canfîda pêk aniye.”

Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Hermar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê girtîbû di roja 16’ê adarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah çalakiyek canbexşane pêk anî. Polîsan duh li Balafirgeha Stenbolê dest danî ser cenazeyê Gezen û bê agahiya malbatê anîn li Goristana Yenîkoyê ya Amedê veşartin. Polîsan ji bilî çend kesên ji malbatê nehişt tu kes beşdarî merasîma cenaze bibe û bi darê zorê da veşartin.

Li aliyê din duh bi şev Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê têkildarî çalakiya Gezen daxuyanî da. Serdozgeriyê îda kir ku çalakî ne li dijî tecrîdkirina Ocalan bûye û ji bo nûçeyên der barê Gezen de jî  serdozgeriyê got ku Zulkuf Gezen xwe li serşokê bi ben daliqandiye û tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest daye. Serdozgeriyê ragihand ku têkildarî îfadeyên du girtiyên li gel Gezen bûne hatine û girtin û lêpirsîn didome.

Malbata Gezen serdozgerî derewand

Apê Gezen, Ahmet Gezen diyar kir ku daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ji rastiyê dûr e û wiha got: “Zulkuf di 1’ê adarê de xwest dest bi greva birçîbûnê bike lê hevalên wî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nehişt bikeve grevê. Ji hevalên xwe yên ketibûn greva birçîbûnê re refaketiyê dikir. Li gorî parêzeran ku agahî ji girtîgehê girtiye, Zulkuf çalakiya canfîda pêk aniye.”

Zext li malbatê hatiye kirin

Gezen da zanîn ku kesên ji malbatê duh cenaze radestî morga Balafirgeha Stenbolê kirine û li gorî balafira serê sibê plansazî kiribûn û wiha got: “Polîs saet di 23.00’an de hatin mala me. Gotin ku cenaze anîne. Ji me re gotin ku kesek bi navê Aysun refaketiya cenaze kiriye. Lê belê di malbata me de kesek bi navê Aysun nîne. Polîsan ji me re got ‘Heke hûn tên werin cenazeyê xwe ji balafirgehê rakin. Heke hûn ranekin ji bo tedbîrên bûyerên sibê em ê cenaze rakin.’ Gotin ku gor amade kirine, mele anîne û malbat tev li nebe wê cenaze veşêrin.”

‘Me çar kesan nimêja cenaze kir’

Gezen anî ziman ku malbat ji bo cenaze werbigire çûn Balafirgeha Amedê û wiha got: “Ji balafirgehê heta goristanê em di dorpêça polîsan de çûn. Wekîlan jî bernedan hundir. Cenaze me bi xwe şûşt. Em çar kes beşdarî nimêja cenaze bûn.”

‘Ambûlans nedan me’

Gezen anî ziman ku piştî nimêja cenaze destûra xwendina duayan nedane wan û wiha got: “Me bi definkirina cenaze re rû bi rû hiştin. Ji mizgeftê heta goristanê ambulans nedan me. Gotin ku mesaiya ambulansê qediyaye. Ev konseptek e. Li van hemû cenazeyan wisa dikin. Nehiştin ku xizmên me jî beşdarî merasîmê bibin. Xwedî heqê me nehêle.”

Destûr nedan meta wî jî

Meta Gezen, Behiye Bulut jî duh bi şev ji bo beşdarî merasîma cenaze bibe çû Goristana Yenîkoyê lê polîsan destûr neda beşdarî merasîmê bibe. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar