Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bavê rojnameger Volkan Eryîgît: Em ê bibin şopdarê têkoşîna wan

Nûçegihanê DÎHA’yê Volkan Eryigît dema nûçeya hilbijartina xwecihî ya 2004’an li Edeneyê dişopand di encama kazaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Bavê Eryigît, Aydin Eryigît got êşa wan weka duh taze ye û ew ê bibin şopdarê têkoşîna wan

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin Volkan Eryigît û nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Hasan Îşler dema konvoya namzetên “Yekîtiya Hêza Demokratîk” a hilbijartina xwecihî ya 2004’an li Edeneyê dişopandin di encama kazayek trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Eryigît û Îşler nehatin jibîrkirin.

Eryigît di sala 2002’an de li DÎHA’yê dest bi nûçegihaniyê kir û li ser kevneşopiya çapemeniya azad xebitî. Bavê Eryigît, Aydin Eryigît da zanîn ku êşa wan weke roja ewil taze ye û wiha got: “Kurê min ji bo azadî û demokrasiyê dixwest bibe dengê her kesî.”

‘Em ê bibin şopdarê têkoşîna Volkan’

Eryigît anî ziman ku êşa wan 15 sale hêj taze ye û wiha got: “Volkan roja me bû. Ew gihîşt şahadetê, roja me tarî bû.” Eryigît bal kişand zextên li ser çapemeniya azad û wiha got: “Wê zext nikaribin têkoşîna çapemeniya azad asteng bikin. Em ê bibin şopdarê têkoşîna Volkan. Kurê min di xebatên hilbijartina xwecihî ya 2004’an de jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku di hilbijartina 31’ê Adarê de faşîzm têk biçe, ev hilbijartin gelek girîng e. Ez bang li her kesî dikim ku dengên xwe bidin hêzên demokrasiyê.”

Eryigît bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan û diyar kir ku ew xwedî li çalakiya wan derdikevin û divê her kes deng bide dengê berxwedêran.

Volkat Eryigît dê sibê saet di 16.00’an de li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukoba ya Edeneyê bê bibîranîn.  EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar