Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gelê Newrozê

Reberê Gelê Kurd, ji bo gelê kurd gotibû ‘gelê kurd gelê Newrozê ye.’ Dibe ku Newroz ji bo gelek civakan xwedî wateyek din be. Lê ji bo kurdan wateya wî cuda ye. Newroz û kurd, kurd û Newroz her tim bi hev re tên pênasekirin.

Gelek civakên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn, Newrozê wek cejna biharê pîroz dikin. Mirov berê li hember xwezayê ewqas ne bi hêz bû. Ji ber vê yekê demsal, li ser jiyana mirovan bandor dikir. Demsala zivistanê ji bo însanan berf, baran, serma, tarîtî û birçîbûn bû. Dema zivistan xilas dibû û bihar dihat kêfxweş û dilxweş dibûn. Bihar ji bo wan şahî, şînahî, ronahî û bereket bû. Ji ber vê yekî 21’ê Adarê, wek rojek nû, wek destpêka biharê didîtin û pîroz dikirin. Gelek civak xwe bi rojên ku ji bo xwe taybet û pîroz dîtine re girêdane. Civakên elewî ev roj wek rojbûna Hz. Elî û roja ku Hz. Elî bûye xelîfe dibînin û pîroz dikin.

Lê civakên aryen û bi taybetî jî kurd ev roj bi wateyeke cuda pêşwazî dikin. Beriya Zayînê (B.Z.) sala 632’yan roja rizgarkirina gelên aryen a ji destê qralên Asuran e. Qralên asuriyan zilmek mezin li ser gelan dimeşandin. Zilm û xedariya qralên asuran di dîrokê de bi nav û deng e. Împaratoriya Medan împaratoriya asuran têk bir û ev roj bû rojek cejn û şahî. Dîsa li gor efsaneya Newrozê, B.Z. sala 632’yan roja ku Kawayê Hesinkar, seri li hember Dehaqê zalimkar rakirî ye û wî kuştiye. Bi kuştina Dehaqê zilmkar, her çar aliyê welatê Medya, agirê azadiyê, agirê serkeftinê pexistin. Ji ber vê yekê Newroz li hemberî zilmê serhildan û berxwedan e. Newroz roja azadiya gelan û serkeftina mazlûman e. Ev 2631 sal e, gelê kurd û gelên aryen bi vî wateyî, bi cejn û şahî Newrozê pîroz dikin. Gelê kurd ev 2631 sal e vî rojê dikin roja berxwedanê, serhildanê û bilindkirina têkoşînê. Li hember Dehaqan, her sal li gor ruhê demê, agirî Newroz geş dike û bi coşek mezin pîroz dike.

Di têkoşîna 40 salî de Newroz bi ruhek cuda hatiye pîrozkirin. Berxwedana Kawayê hemdem Mazlum Dogan, li hember Dehaqê demê Esat Oktay destpêkek nû bû. Di roja Newrozê de rojek nû, dîrokek nû da destpêkirin. Piştî Mazlum Dogan, Zekiye, Rehsan, Bêrîvan û Ronahiyan jî xwe kirin agir û Newroz gihandin qonaxek nû. Di salên 90’ê de Newroz qedexe bû. Gelên Şirnex, Cizîr û Nisêbînê agirê berxwedanê mezin kirin û agirî Newrozê gûr kirin. Bi fedekarî û bedelên giran qedexeya li ser Newrozê rabû û her sal bi milyonan kurd daketin qadan û li gor ruhê demê Newroz pîroz kirin.

Îsal jî em bi berxwedana grevên birçîbûnê Newroz pêşwazî dikin. Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven û berxwedêrên li zindanan destpê kiribû 4 meh li pey xwe hişt û xwe gihand Newrozê. Bi peşêngiya Kawayê hemdem Mazlum Dogan jî Dehaqê 12’yê Îlonê têk çûbû. A niha jî Dehaqên hemdem li ser kar in. Her roj dikuje, digire, qetil dike, heqaret dike, çêr û siqêfa ji hemû rûmeta gelê kurd re dike. Li hember rejîma faşîst û Dehaqên demê, Kawayê hemdem jî li ber xwe didin.

Li Girtîgeha Tekîrdagê dîlê azadiyê Zulkuf Gezen di erefeya Newrozê de çalakiya fedayî pêk anî û bû Newroz. Gezen bi vê çalakiya xwe hem peyam da kurdan û hem jî da Dehaqên vê serdemê. Pêwîst e em peyama Gezen baş fêm bikin û bi geşkirina vê berxwedanê bibin bersiv û li bîranîna Zulkuf xwedî derkevin.

Newroza îsal berxwedana birçiyan e. Berxwedana birçiyan jî dê bibe Newroz.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar